Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû

  • rojane
  • 15:32 25 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna şerê li Bismilê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de hatine girtin derket 13 kesan. 
 
Malbatên Taş û Alyamaç ku ji ber li hev nekirin, di 15’ê hezîranê de li Bismilê bi şer çûn û ji hevdû 9 kesan qetil kirin. Kar û barên îfadegirtinê yên 10 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bismilê de hatibûn binçavkirin bi dawî bûn. Dadgeriya cezayên sulhê ya nobedar ji bo 7 kesan biryara girtinê da û 3 kes jî berdan. Bi vê yekê re hejmara kesên hatine girtin derket 13 kesan.