STENBOL - Ji perwerdekarên Navenda Muzîkê ya Egîdê Cimo Abdullah Yagmahan diyar kir ku qeydên sala nû ya perwerdeyê berdewam in û got ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
Akademiya Ma Musicê li Stenbolê bi navê Egîdê Cimo ku yek ji muzîkjenên herî girîng ê Radyoya Erîwanê ye, li Stenbolê Navenda Muzîkê ya Egîdê Cimo vekir. Dibitanê, di sala nû de bi eleqe û tevlibûneke xurt dest bi perwerdeyê kir. Ji perwerdekarên Navenda Muzîkê ya Egîdê Cimo Abdullah Yagmahan têkildarî sala nû ya perwerde û hînkirinê axivî.
Yagmahan, diyar kir ku divê Kurdî êdî bibe zimanê fermî û got: “Divê em xwedî li ziman, zarok û çanda xw derkevin.” Yagmahan, bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdî û got: “Şaxa Egîdê Cimo ya Stenbolê di sala 2024’ê de hate vekirin. Armanca me ew e ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Perwerdeya me ji zarokatiyê dest pê dike û heta 12 saliyê didomin. Perwerdeyên me weke akademîk û Zarok Ma ji du beşan pêk tên. Mamosteyên me yên pedagojîk di beşa Zarok Ma’yê de perwerdeyên bi vî rengî didin. Ji bo beşa akademiya zarokan jî zêdetir zarokên temenê wan di navbera 6 û 12 salî de teoriya muzîkê, awaz, gotina stranan û dîroka muzîka Kurdî û zimanê Kurdî hîn dibin. Ders ji van pêk tên. Îsal eleqeyeke pir zêde heye. Vê jî hem di me de hem jî di xwendekaran de rê li ber kelecaneke mezin vekir.”
‘ELEQEYA ÎSAL EM KELECAN KIR’
Bi domdarî Yagmahan, got: “Li gorî salên berê îsal tevlibûneke zêdetir heye. Dema xwendekarên me ji vir diçin malê, behsa wê ji xelkê malê û cîranan dikin. Eleqeya îsal em gelek kelecan kir. Serlêdanên me hêj berdewam in.”
‘DIVÊ ZIMANÊ ME FERMÎ BIBE’
Yagmahan, bi bîr xist ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û axaftina xwe wiha qedand: “Dema em perwerdeya xwe didin jî em li gorî hesasiya rojeva pêvajoya civaka demokratîk tevdigerin. Ji ber ku em bi sedan salan rastî polîtîkayên pişaftin û înkarê hatin. Bi van polîtîkayên qirêjî li ser ziman, çand û nasnameya me êriş hatin kirin. Divê em jî di vê pêvajoya nû de zêde bixebitin. Hewceye em xwedî li ziman, zarok û çanda xwe derkevin. Divê zimanê me bibe zimanê fermî. Her wiha divê zêdetir saziyên li ser zimanê Kurdî dixebitin bên avakirin. Hewceye li ser ziman lêkolîn bên kirin.”