Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
- rojane
- 13:31 02/7/2023
Li gundê Zîlanê yê bi ser navçeya Hezoyê ve agir bi genimê şêniyên gund ket û di encama mudaxileya gundiyan de agir hat vemirandin. Hat zanîn nêzî 100 donim genim şewitî.
Li gundê Zîlanê yê bi ser navçeya Hezoyê ve agir bi genimê şêniyên gund ket û di encama mudaxileya gundiyan de agir hat vemirandin. Hat zanîn nêzî 100 donim genim şewitî.
Navenda Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer û pevçûnên di meha hezîranê de qewimîn parve kir û got ku di şer de 44 leşker hatine kuştin û dewleta tirk 26 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne.
Trambûsa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê 3 meh berê xistibû xizmetê dema diçû tebiqî.
Di 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de li Sêwasê meş hate lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranînê de axivî û wiha got: “Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye. Em ê nehêlin ev komkujî were jibîrkirin."
Girtiyên siyasî Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 46’an de didome. Hat zanîn ku rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe.
Îhsan Elîaçik diyar kir ku kapîtalîzm bi destê AKP'ê bi kirasekî dînî tê meşandin û wiha got: "Bi kapîtalîzmê destnimêjê didin girtin, wê rewa dikin û wekî baweriyê pîrozwer nîşan didin."
Cotkarên Hewagê diyar kirin ku li ser çandiniyê polîtîkayên qirêj tên meşandin, lê belê ew li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin û wiha gotin: "Dixwazin mirovên vê axê muhtacî xwe bikin û yên qebûl nekin jî koçber bikin."
Li Nimrûdê ku bajarekê kevnare yê asûriyan e, peykereke mezin a ji kevir ku pê xwedawend Îştar li ser hatiye şayesandin, derket holê.
ÎHD’a Stenbolê û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş Şeyhmus Koç û Suleyman Ayaz bên berdan.
Xizmên windayan û ÎHD'ê di hefteya 751'an de li Amedê aqûbeta doktor Recaî Aydin ê di 2'yê Tîrmeha 1994'an de di binçavan de hat windakirin, pirsîn. Her wiha li Êlihê jî li kujerên Vedat Aydin hat pirsîn.
KNK’ê xwest daxwazên Mazlûm Dag û Abdurahman Er ku 45 roj in li dijî zextên Girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne werin qebûlkirin.
Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Prensîba ewil a ku mirov bi ehlaq be, divê mirov bi edalet be. Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Wanê serdanên Cejna Qurbanê berdewam kir û diyar kir ku ew ê tevî hemû neheqî û bêhiqûqiyan jî xeta têkoşîna ku gel ji wan dixwaze wê bihûnînin.
Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Polîsan tevî biryarên binpêkirinê yên AYM’ê jî dîsa êriş kirin û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan.