AMED- Mîhrîcana Dîrok Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê ya li Erxeniyê di roja 3yem de bi konsera hunermend Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû.
Bi pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê 2'yemîn Mihrîcana Dîrok, Çand û Gastronomiyê di roja 3'yem de berdewam kir. Di roja dawî ya mîhrîcanê de li Parkormanê konserek pêk hat. Di roja dawî ya mîhrîcanê de hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û hevşaredarên gelek navçeyên Amedê û bi hezaran gelê Erxeniyê tevî konsere bûn.
Hevşaredarên derketin ser dikê û gel silav kirin. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken got: “Em soz didin ciwanên xwe, em ê ji bo ciwanên xwe şahiyên wiha bidomînin.” Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayarê jî silavên xwe ji jinên ku tevî meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne re şand û spasiyên xwe pêşkêş kir.
Di konserê de destpêkê hunermend Xêcê derket ser dikê. Hunermend Xecê bi stranên xwe gel coşand. Di konserê de zêdebûna zarok, jin û ciwanan balkişand. Zarok û ciwanan gelek stran li gel Xecê bi hev re gotin. Dema hunermend Xecê strana ‘Keça Kurdan’ got, coşa gel derket asta herî jor û gel bi dilê xwe govend gerand. Piştî ku hunermend Xecê stranên xwe qedandin Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayarê xelat da Xecê û Xecê oxirkir.
Pişt re Hunermend Xêro Abbas derket sere dikê û bi stranên xwe kêfa gel xweş kir. Hunermend Xêro Abbas piştî strana yekemin ji bo vê şahiyê ji Şaredariya Erxeniyê re spasiyên xwe peşkeş kir û daxwaza aştiyê kir. Di wê kêliyê de gel bi coşeke bilind dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kir. Konser bi stranên Xêro Abbas bi coşeke mezin bi dawî bû.