Li Rihayê trambûs tebiqî

  • rojane
  • 10:48 2 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Trambûsa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê 3 meh berê xistibû xizmetê dema diçû tebiqî. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê xistina xizmetê ya trambûsan weke “Projeyeke mezin” dabû nîşandan û di meha nîsanê de dest bi xizmetê kiribûn. Ji trambûsên sê meh berê dest bi xizmetê kirin yek jê dema diçû tebiqî. Di trambûsa li ser rêgeha Balikligolê de eriza derket û tebiqî. Hat ragihandin ku hejmareke zêde ya rêwiyan lê siwar bûne û ji ber ku ev giranî ranekiriye jî tebiqî ye. Welatiyan jî bertek nîşanî vê rewşê dan. 
 
Piştî bûyerê, rê bi saetan ji trafîkê re hate girtin.