Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe

  • rojane
  • 13:46 1 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Prensîba ewil a ku mirov bi ehlaq be, divê mirov bi edalet be. Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe.” 

 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 831’emîn de li mala wan a li navçeya Pirsûsa Rihayê berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe nobedê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir û got: “Xêzikên li ser rûyê we, tayên spî yên di porê we de, nêrînên di çavên te de. Ewqas dem û dewran derbas bûn jî lê baweriya te ya bi edaletê qet kêm nebû. Prensîba ewil a ku mirov bi ehlaq be, divê mirov bi edalet be. Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe.”