ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
- rojane
- 09:00 04/7/2023
ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YÊ
Rêvebera DDKD'yê Halîde Dundar, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Girtî Abdullah Ecer bi rêya xizmên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Espiyeyê ragihandin. Ecer got li girtîgehê "pêkanînên dijmirovî hene" û ji bo hestiyariyê bang kir.
Di Doza Kobanê de girtî ji bo li hemberî mutalaaya 5367 rûpelî parastinê bikin, doza wext kirin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê yê berê Alp Altinors jî wiha bertek nîşanî mutlaayê da: "Ev mutalaa, mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye."
Yaşar Aslan ku piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê tehliye bû got: “Divê em hêvî û berxwedana xwe mezin bikin.”
Tirkiyeyê dema qedexeya ji bo rêwitiyên balafiran a ji bo Silêmaniyeyê dirêj kir.
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Cengiz Çîçek û Newroz Ûysal bi daxwaza tecrîda li ser Ocalan bê lêkolînkirin pêşniyazname da Meclisê.
Ji bo 10 gund û mezrayên navçeya Xîzanê biryara qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Hat zanîn ku piştî qedexeyê operasyon hatiye destpêkirin û pevçûn derketiye. Di encama serdegirtinên gundan de jî 3 welatî hatin binçavkirin.
Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Dema ku bi kêrî wan tê dixwaizn birêz Ocalan bikin amûr. Halbûkî Erdogan jî di nav de her kes rola Ocalan dizane.”
Girtiya bi navê Besîme Duru ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, da zanîn ku ji ber ava wan hatiye qutkirin, bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne.
Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de ev pirs kir: “Têkoşîna edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 833’yan de didome. Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, mutalaaya Doza Kobanê weke “manîfestoya armancên îktîdara siyasî” nirxand û wiha got: “Doza Kobanê, parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye.
Dewleta tirk gundê Berçî yê Amêdiyê bombebaran kir.
Li Dîlokê di navbera du aliyan de şer derket û di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Di doza der barê amirê polîsan Sirri Erdogan de ku bi wesayîta xwe li parêzer Serkan Karakaş xistibû û bi giranî birîndar kiribû, daxwaza girtinê hat redkirin.