Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin

  • rojane
  • 12:39 3 Tîrmeh 2023
  • |
img
DÎLOK - Li Dîlokê di navbera du aliyan de şer derket û di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. 
 
Li Taxa Nûrtepe ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê di navbera du aliyên ku dijminatiya wan hebû şer derket. Di şer de çek hatin bikaranîn. Di şer de welatiyên bi navên Îzzet Karakoç (40), Selman Çevîk (32) û Şahîn Erşan (23) jiyana xwe ji dest dan. Du kesên navên wan nehat zanîn jî bi giranî birîndar bûn. 
 
Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, kuştî û birîndar rakirin nexweşxaneyeke taybet.