ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 24/7/2023
Konferansa Lozanê ya bi armanca niqaşkirina sedsala bê ya kurdan hat lidarxistin, bi dawî bû. Biryarên di encama nîqaşên di konferansa ku du rojan dewam kir de hatin girtin, wê sibe weke encamnameyekê bi raya giştî re bê parvekirin.
HDP û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên "xwenûkirinê" li Amed, Riha û Stenbolê berdewam kirin.
17 saziyên medyayê û 150 rojnamevanan cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî hate birîn, şermezar kirin û diyar kirin ku zordariya li dijî hevpîşeyê wan hatiye kirin red dikin û bang hat kirin ku rojnamevan Şêrwan Şêrwanî were azadkirin.
Li Semsûrê bayê zêde yê ku piştî nîvro derket bandor li ser konbajaran jî kir û gelek kon texrîb bûn. Her wiha ji ber kavilên li bajêr toz û dûman di nava bajêr de belav bû.
Li Dêrazorê di êrişa çekdarî de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin.
Di Panela Konferansa Lozanê ya ku bal kişandiye ser têkoşîna jinê de hat destnîşankirin ku têkoşîna jina kurd daye, di tevahiya cîhanê de hatiye asta pêşengtiyê.
Hejmara 28'emîn a Kovara Jineolojiyê bi dosyaya "Rojhilat" derket.
Pirtuka çîrokan a bi navê “Berçem” ku Hasan Kiliç ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, ji bo bîranîna Cemîle Çagirgayê nivîsandiye, hate çapkirin.
Li Amedê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dê di 100 saliya Peymana Lozanê de daxuyaniyeke hevpar li dar bixin.
DBP’ê, HDP’ê û Partiya Çepên Kesk li Rihayê ji bo karkerên DEDAŞ’ê daxuyaniya piştgiriyê dan û wiha gotin: “Dest ji vê zilmê berdin. Têkoşîna sendîkal mafek e.”
Konferansa ku KNK ji ber 100 saliya Peymana Lozanê li dar dixe, di roja 2'yemîn de berdewam dike.
Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî ku ji girtîgehê hate berdan, çû serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî.
Bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, ji ber bihayê dermanan bi Euroyê tê diyarkirin, ji sedî 30,5 zem li rêjeya danûstendina Euroyê hate kirin.
Akademîsyen Rojîn Mukriyan, li dijî hêza Lozanê ya parçeker bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û tespîta "Lozana Civakî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.