ENQERE – Parlamentera DEM Partiyê Neweroz Uysal, têkildarî taloqkirina tehliyeya girtiyê bi navê Soncan Gedîk ê ku ji 53 kesên ku ji ber bikaranîna gotina "rêzdar Ocalan" cezayê dîsîplînê li wan hatibû birîn, serî Meclîsê da.
Di 27’ê Tîrmeha 2011’an de 53 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, daxwaznameyek ji Wezareta Dadê re şandin û tê de diyar kirin ku gotina "rêzdar" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wek sûc nayê hesibandin. Piştî şandina daxwaznameyê, rêveberiya girtîgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li 53 girtiyan cezayê dîsîplînê birî. Li ser îtîraza girtiyan a li Dadgeha Înfazê, cezayên dîsîplînê yên 52 girtiyan hatibûn birîn, hatin betalkirin. Lêbelê, doza Soncan Gedîk ê ku xwestibû parastina xwe bi Kurdî bike, ji yên din hate veqetandin. Gedîk ê ku li dijî cezayê dîsîplînê parastina xwe bi Kurdî kiribû û dadger cezayê dîsîplînê qebûl kiribû. Bi hinceta cezayê dîsîplînê, Girtîgeha Çorum Sungurlu berdana Gedîk ê ku cezayê xwe yê 30 salî temam kiribû, taloq kir.
‘JI BER PARASTINA BI KURDÎ HATE CEZAKIRIN’
Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Newroz Uysal Aslan, derbarê mijarê de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê da. Di serlêdanê de hat gotin ku cezayên dîsîplînê yên li 52 kesan hatine birîn, hatiye betalkirin. Lêbelê Gedîk ê ku parastina xwe bi Kurdî kiribû, ji ber parastina wê ya bi Kurdî hatiye cezakirin. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bikaranîna gotina "rêzdar Ocalan" wekî sûc nayê hesibandin. Herwiha hate destnîşankirin ku ev binpêkirineke aşkere ya rêgezên wekhevî û darizandineke adil e.
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku cezayê ji bo daxwaza Gedik a axaftina bi Kurdî û parastina xwe binpêkirineke sîstematîk a mafê wê yê parastina xwe bi zimanê xwe yê dayikê nîşan dide û wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê, daxwazên girtiyan ên ji bo axaftina bi Kurdî û parastinê bi salan e bi cezayên dîsîplînî yên îdarî têne tepeserkirin, di encamê de pêvajoyên înfazê bi awayekî kêfî têne dirêjkirin. Doza Gedîk yek ji mînakên herî zelal ên vê yekê ye."