Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

  • rojane
  • 16:00 23 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê di êrişa çekdarî de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin. 
 
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, bi çekên navîn û sivik êrişî Noxteyeke Ewlehiyê ya hikumeta Şamê ya li bajarokê Zixîr Şamiye yê rojavayê Dêrazorê kir. Di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin.