Li Newala Hespistê şewat derket

  • rojane
  • 14:29 20 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Newala Hespistê ya Hezexê şewat derket. Şewat her ku diçe bêhtir belav dibe. 
 
Îro di danê sibehê de li Newala Hespistê ya navçeya Hezex a Şirnexê şewat derket. Heta niha jî ji bo vemirandina şewatê tu mudaxile nehatine kirin û şewat li tevahiya herêmê belav bû. Di encama şewata heta niha de darên li derdora rûbarî şewitîn. Sedema derketina şewatê nehate zanîn.