ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 20/8/2023
Bi boneya salvegera qetilkirina girtiyê nexweş Bazo Yilmaz merasîma bîranînê hat lidarxistin. Leşkeran êrişî merasîmê kirin û 3 kes binçavkirin.
Hat hînkirin ku kesê tabeleya HDP'a Îdirê daxist û avêt çopê, endamê "ulku ocaklariyê" ye.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di salvegera tayinkirina qeyûman de axivî, got: "Dixwazin demokrasî ji holê bê rakirin. Qethiyen em vê qebûl nakin. Em ê memûrên wan ku ew wekî qeyûm tayin kirine, bişînin Enqereyê."
Dayikên Aştiyê li Mêrdînê ji bo binçavkirinên Dayikên Aşitiyê yên Geverê, li ber avahiya HDP'a Mêrdînê daxuyanî dan û gotin: "Binçavkirinên Dayikên Aştiyê bêedaletî ye, pêwîst e ku ev bêedaletbûn ji holê rabe.”
Parêzerên Gultan Kişanak a piştî tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bû şandin girtîgehê û bi muameleya nebaş rû bi rû ma, ji bo derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin serî li Wezarata Dadê dan.
Emîne Şenyaşar serdana Navenda Giştî ya TMMOB’ê kir û bal kişand ser têkoşîna xwe û ev pirs kir: “Gelo çima lawê min di hepsê de ye?”
Gundê Qerhêta 9 roj in bê ceryan e. Qeyûm tayînî şûna keyayê gund hat kirin.
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê da zanîn ku Soydan Akay ku 30 sal in girtî ye 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tevî cezayê wî qediyaye jî nayê berdan.
Di roja 22’yemîn a dorpêça leşkeran de li gundê Bilbês a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê welatiyê bi navê Levent Cîn hate binçavkirin.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxwaz kir ku girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir ku rewşa wê giran dibe, were berdan.
Şaxên ÎHD’ê li gelek bajaran êrişa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo wan ragihandin û hat destnîşankirin ku ew ê her tim bi Dayikên Şemiyê re bin.
Rêveberên ÎHD'a Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 758'emîn de li aqubeta Haci Ahmet Er pirsîn. Er di 15'ê Tebaxa 1995'an de hat binçavkirin û êdî xeber jê nehat girtin.
HDP’a Enqereyê têkilarî salvegera tayînkirina qeyûman daxuyanî da û got: “Siyaseta qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Hûn çiqas qeyûm tayîn bikin jî em ê dîsa bibijêrin.”
Partiya Çepên Kesk, DBP û TJA li Bazîdê êrişa li dijî tabeleya HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin.