Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin

  • rojane
  • 16:15 20 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk êrişî noqteya hêzên rejîma Şamê yên li Minbicê kir. Di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. 
 
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê îro di danê sibehê de gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin. Hat zanîn ku noqteyên hêzên rejîma Şamê yên li gundên Toxan û Ewn Dadat ên dikevin bakurê bajarê Minbicê bi tank û obûsan hatin topbarankirin. 
 
Li gorî agahiyan, di encama êrişê de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.