Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
- rojane
- 10:25 29/8/2023
Dadgehê li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe asteng kir.
Dadgehê li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe asteng kir.
Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Salîh Karataş bertek nîşanî cihnedayîna zimanê kurdî di pergala E-Reçetemê de da û wiha got: “Ji ber ku zimanê kurdî tune tê hesibandin, kurd bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe.”
Rojnamevan Rênas Zal diyar kir ku Tirkiye krîza av û petrolê li Iraq û Herêma Kurdistanê weke kozê bi kar tîne û got ku bi polîtîkayên şantajê hewl dide tawîzan bide.
Ketin û derketina 14 herêmên li ser sînorên Şirnex, Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bi hinceta “ewlehiyê” hatin qedexekirin.
Hevserokê HDP a Stenbolê Mûrat Kalmaz bilêv kir ku krîza demokrasiyê ya li welêt bi pergala tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye û got ku dê di serdema nû de ji bo jiholêrakirina tecrîdê xeteke têkoşînê ava bikin.
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku budçeya ku divê ji bo perwerdehiyê bê veqetandin ji bo şer tê veqetandin û got ku bajar ji bo sala perwerdehî û hînkariyê ya nû ne amade ye.
Kamber Taş ku li gundê Kazikli yê li ser sînorê Efrînê dimîne, bi lêv kir ku gelek xizmên wî li Efrînê ne û got ku xizmên ji tirsa çeteyan rihê xwe berdidin, nikarin bi kurdî biaxivin û ji bêgavî bi erebî diaxivin.
Tirkiyeyê bi SÎHA'yan êrişî Biradost a Herêma Kurdistana Federe kir.
Avahiya Şaredariya Cizîrê a kevin ku ji aliyê qeyûm ve hatibû firotin, hat hilweşandin.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de jî berdewam kir. Bi hinceta “wezîr tune ye”, nehiştin Emîne Şenyaşar bikeve wezaretê.
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk bertek nîşan dan ku zimanê kurdî li E-Reçetemê nehatiye zêdekirin û ev pirs ji Wezareta Tenduristiyê kirin: “Gelo dê zimanê kurdî kengî li E-Reçetemê were zêdekirin?”
Piştgirên Amedsporê bi hinceta ku dema Merşa Îstîklalê hatiye xwendin ranebûne ser piyan û hatine girtin, sewqî edliyeyê hatin kirin.
193 rewşenbîran têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyek da û ev bang kirin: “Em dixwazin ku tavilê dev ji helwestên ku welatê me ji hiqûq, aştî û demokrasiyê dûr dixin berdin.”
Hewldana ji bo Roboskê Edaletê di meha 140’emîn a komkujiyê de daxuyanî da û wiha got: “Heta ku berpirsyarên Roboskê hesabê nedin dê qala hevhelalkirin û edaletê neyê kirin.”