Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin

  • rojane
  • 09:15 29 Tebax 2023
  • |
img

ŞIRNEX  - Ketin û derketina 14 herêmên li ser sînorên Şirnex, Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bi hinceta “ewlehiyê” hatin qedexekirin. 

 
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyê ragihand ku 14 herêmên li ser sînorê Şirnex, Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bi hinceta “ewlekariyê” ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin. Walîtiyê da zanîn ku qedexe ji 29’ê tebaxê (di nav de ye) heta 12’ê îlona (di nav de ye) 2023’yan dê bidome.