ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN

  • rojane
  • 09:00 29 Tebax 2023
  • |
img
 
 
* Kamber Taş ku li gundê Kazikli yê li ser sînorê Efrînê dimîne, bi lêv kir ku gelek xizmên wî li Efrînê ne û got ku xizmên ji tirsa çeteyan rihê xwe berdidin, nikarin bi kurdî biaxivin û ji bêgavî bi erebî diaxivin. 
 
* Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku budçeya ku divê ji bo perwerdehiyê bê veqetandin ji bo şer tê veqetandin û got ku bajar ji bo sala perwerdehî û hînkariyê ya nû ne amade ye.
 
* Serokê Şaxa Tum Koy Sen a Ordûyê Zekaî Sagra destnîşan kir ku findiq di bin biyetê hatiye diyarkirin de tê firotin û got ku êdî dem hatiye ku hilberîner xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan.
 
* Li Qerejdaxê cotkar ji ber DEDAŞ û bazirganan û zarokên li nav zeviyan dixebitin jî ji ber germê û şert û mercên kar, bi gilî û gazinc in. 
 
* Hevserokê HDP'a Stenbolê Mûrat Kalmaz bilêv kir ku krîza demokrasiyê ya li welêt bi pergala tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye û got ku dê di serdema nû de ji bo jiholêrakirina tecrîdê xeteke têkoşînê ava bikin.
 
* Rojnamevan Rênas Zal diyar kir ku Tirkiye krîza av û petrolê li Iraq û Herêma Kurdistanê weke kozê bi kar tîne û got ku bi polîtîkayên şantajê hewl dide tawîzan bide.
 
* Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Mêrsînê li dijî tecrîd, fihûş, bikaranîna tiryakê û çekdarîbûna şexsî li qadan e. Ciwanan got ku jiyaneke azad a ku ew bi dest bixin heye û banga mezinkirina têkoşînê li hemû ciwanan kirin. 
 
* Partiya Çepên Kesk dê di çarçoveya xebatên jinûveavakirinê de li Êlihê bi gel re li Amedê jî bi rêxistinên jinan re bicive. (13.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê di roja 34’an de bidome. (13.30)
 
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê û Dayikên Şemiyê ji bo piştevaniya bi girtiyên Doza Geziyê dê tev li “Nobeta Edaletê” yali avahiya Odeya Avahîsazan a Kadikoyê hatiye destpêkirin bibin. (17.00-19.00)