Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin

  • rojane
  • 14:00 10 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Partiya Çepên Kesk ji bo 10’ê Cotmehê ku Komkujiya Gar a Enqereyê hatibû kirin weke “Roja Bîranîn û Şînê” were îlankirin pêşniyarqanûn da Meclisê.
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan ji bo 10’ê Cotmehê roja Komkujiya Gar a Enqereyê weke “Roja Bîranîn û Şînê” were îlankirin pêşniyarqanûn da Meclisê. Di hinceta pêşniyarqanûnê de wiha hate gotin: “Komkujiya Enqereyê li dijî kesên daxwaza aştî û xwişk-biratiyê dikirin hate kirin. Ji bo ku ev komkujî neyê jibîrkirin û hevrûbûnek çêbibe bila sererastkirinên qanûnî bê kirin.” 
 
Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Yek jê mezintirîn komkujiyên di dîroka me de ye. Li dijî hemû rengên welatê me, li dijî mirovahiyê, aştiyê, xwişk-biratiyê û bawermendên demokrasiyê û yên di vê oxirê de têdikoşiyan hate kirin. Ji bo aştiya civakî mayînde bibe, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û ji bo careke din komkujiyên wiha dubare nebin hevrûbûnek çêbibe. Îlankirina vê rojê weke roja bîranîn û şînê re dê rê li ber provakasyonan were girtin, rê li ber hewldanên lînçkirinê were girtin û ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê hestiyarek di nava civakê de were avakirin. Di vê çarçoveyê de dixwazim 10’ê Cotmehê weke roja Roja Bîranîn û Şînê ya Kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê de Jiyana Xwe ji Dest Dane were îlankirin.”