EDENE - KESK dê li 6 bajaran meşa herêmî li dar bixe, ji bo kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin vegerin ser karên xwe. Kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin anîn ziman ku ew ê beşdarî meşê bibin û gotin: "Meş parçeyeke ji têkoşîna edalet û aştiyê ye."
Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, herî kêm 125 hezar û 678 karmendên cemaweriyê bi rêya biryarnameyên di hikmê qanûnê de (KHK) ji peywira cemaweriyê hatin îxrackirin û bi deh hezaran kes jî bi îdiaya "ewlehiya neteweyî" ji karên xwe yên di saziyên cemaweriyê de bûn. Ev îxrac û derxistina ji kar ku bêyî biryareke darazê hebe tenê li gor "qenaet" û nîşeyên îstixbaratê" hat kirin, piştî rakirina Rewşa Awarte (OHAL) jî dewam kir. Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK) ku pirsgirêkên kesên ku bi KHK'yan hatine îcrackirin û mafên wan hatine binpêkirin kiriye rojeva xwe, dê ji 13-17'ê Cotmeha 2025'an li Amed, Riha, Semsûr, Dîlok, Edene û Mersînê meşên herêmî li dar bixe û piştre dê li Enqereyê daxuyaniyekê bide û daxwaza vegera kar a kesên ku bi KHK'yan hatine îxrackirin bike.
Mamoste Munîr Korkmaz ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin piştgirî da meşê û got: "Neh sal derbas bûn ku em ji kar hatine îxrackirin. Komîsyona Rewşa Awarte pênc salan me eware kir û niha dozên me di dadgehên îdarî de tên dirêjkirin. Ji her tiştî girîngtir, di şevekê de dûrxistina ji pîşeyê bandoreke mezin li min kir."
Korkmaz diyar kir ku divê biryarnameyên qanûnî werin betalkirin û got: "Divê kesên ku astengiyên qanûnî nînin tavilê vegerin ser karên xwe û yên bi awayekî neheq der barê wan de hukum hatiye dayîn ji nû ve bi awayekî adil bên darizandin. Ev pirsgirêk ji demokratîkbûna welêt serbixwe nîne. Pirsgirêka biryarnameyên qanûnî, bêyî çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd, ne pêkan e. Ger aştî û çareseriyeke demokratîk pêk were, zordariya KHK'yan jî dê dubare nebe."
Mamoste Ulku Gulşen ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin diyar kir ku ew ê bi mebesta hevgirtinê beşdarî meşê bibe û got: "Dibe ku em bibin dengek ji bo edalet û hevgirtinê. Lêbelê, ez nafikirim ku meş dê di raya giştî de guhertineke mezin çêbike."
Gulşen behsa binpêkirinên mafên kesên ku bi biryarnameyên qanûnî neheqî li wan hatiye kirin û got: "Piştî îxrackirina me, rê li ber me girtin ku em di saziyên cemaweriyê de nexebitin. Îxrackirina me li ser malbata me veguherandin amûreke zextê. Ev ne tenê desteserkirina mafan a takekesî ye, desteserkirina mafên civakî ye. Hemû têkoşînên li dijî neheqî û bêedaletiyê hevdu temam dikin. Civak bi hevgirtina bindestan dê bigihê demokrasiyê."
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen