Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
- rojane
- 09:58 18/11/2023
Hasret Karataş a duh li Amedê li malbata xwe geriya bû û bi gotina “min xelas bikin” alîkarî xwestibû, bi awayekî biguman mirî hate dîtin.
Hasret Karataş a duh li Amedê li malbata xwe geriya bû û bi gotina “min xelas bikin” alîkarî xwestibû, bi awayekî biguman mirî hate dîtin.
Li navçeya Qovancilar a Xarpêtê bi pileya 3.3 û 3.6’an du erdhej li pey hev çêbûn.
Guneş Okçû ku niha li Ingilistanê di girtîgehê de tê ragirtin, da zanîn ku ew ji ber dosyaya xwe ya li Tirkiyeyê tê darizandin û wiha got: “Min got belkî daraza Ingilistanê min bêm bike, lê ez niha bi deportkirinê re rûbirû me.”
Sibê dê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Nûnerên saziyan ku ji bo meşê bang kirin, gotin: "Ji bo avakirina jiyaneke di çarçoveya aştiyê de em bi hev re bimeşin."
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan destnîşan kir ku siyaseta şer civakê xizan kiriye û tecrîd dike û bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: "Li cihekî ku em bedêlê didin divê em ji bilêvkirina aştiyê netirsin."
Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn ku li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Êlihê hevdîtin bi girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kaya yê 80 salî re kir got: "Demildest divê bê berdan û di şert û mercên baş de bê dermankirin."
Di lêpirsîna der barê rojnamevan Hakki Boltan de ku bi îfadeya şahidê eşkere bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû destpêkirin, biryara "neşopandinê" hat dayîn.
HEDEP, DBP, TJA û MED-TUHAD FED’ê têkildarî Meşa Gemlîkê, li gundê Sati yê navçeya Sûr a Amedê civîna gel li dar xistin û gel vexwandin meşê.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya tasfiyeyê ku ji sala 2015’an û vir ve dewam dike û diyar kir ku ji bo ev polîtîka encam negire divê di pergalê de şikestinê pêk bînin.
Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Îsmaîl Şengul got: "Tu delîlek, tu agahiyek û şahidek ku nîşan bide ez endamê rêxistinê me tune ye. Lê dozger îdia dike ku ez endamê rêxistinê me. Sûcdarkirin heye, lê delîl tune ye."
Meşa DÎSK’ê ya bi daxwaza “Di bacê de edalet, di dahatê de edalet” daye destpêkirin li Qada Ûlûs a Enqereyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, diyar kir ku dê bi hev re têbikoşin û wiha got: “Em ê mil bi mil serbikevin.”
Danişîna ewil a bersûc Hasan Karaaslan ku hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 zarokên xwe kuştibû, hat lidarxistin. Malbata Leylayê wekî şahid beşdarî danişînê bû û malbatê da zanîn bersûc tundiya sîstematîk kiriye û xwestin bê cezakirin.
Welatiyên tev li civînên ji bo Meşa Gemlîkê bûn bal kişandin ser sepanên tecrîdê yên li Îmraliyê û wiha got: “Em kurd mafê xwe dixwazin û dev ji azadiya Rêbertiya xwe bernadin.”
Li navçeya Kuçukçekmeceyê di teqîna li qata ketinê ya avahiyeke 4 qatî pêk hat de kesek mir, 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.