ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
- rojane
- 09:01 17/11/2023
Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser X'ê hastaga “#Öcalandan966GündürHaberYok” hat destpêkirin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari ku li Edeneyê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û got: "Helbet hilbijartin girîng e, lê ya girîng em tifaqeke têkoşînê bi hev re ava bikin û birêxistin bikin."
Şaredariya Qersê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, diyar kir ku ji ber daxistina fiyetê avê ku di dema HDP’ê de hatibû kirin zirara madî çêbûye û biryar da ku vî pereyî ji endammên meclisê tehsîl bike.
Parêzer Erdal Safali ku li gel Dayikên Aştiyê qezayê trafîkê derbas kiribû û bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Safali, li Geverê hate definkirin.
HEDEP û DBP’î li Qoserê çûn serdana esnafan û ji bo Meşa Azadiyê ku dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
DBP'ê û HEDEP’ê bi xwarina aştiyê, xwîndariya di navbara malbatên Ûçar û Yilmaz de bi dawî kir û malbat li hev anîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di xwarina aştiyê de axivî û li ser girîngiya yekitiya kurdan sekinî.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê bi rojnamegeran re civiya û têkildarî berdana kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast wiha got: “Wijdana me tevan diêşe. Em ji malbata wî û ji civaka ermen lêborîna xwe dixwazin.”
Hejmara duyemîn a “Bultena Tecrîdê” ku balê dikişîne ser tecrîdê hate weşandin.
Osman Kapan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin.
Welatiyên li Rihayê tev li civîna têkildarî Meşa Gemlîkê bûn anîn ziman ku heke paradigmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” bi hemû aliyan ve were pêkanîn dê tecrîd bê wate be.
Siyasetmedar Îsmaîl Şengul di Doza Kobanê de diyar kir ku MYK’a HDP’ê ji ber twîtekê li dijî qirkirina DAIŞ’ê parve kiriye bi cezayê muebbedê tê darizandin û wiha got: “Gelo ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn? Weke pêkenokê ye lê rastî ev e.” Rûniştîna çaremîn a danişîna 41’an a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin û danişîn bi parastina siyasetmedarê girtî Îsmaîl Şengul didome.
Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Adnan Beker ji partiya xwe îstîfa kir.
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 32 meh in tu agahiyan jê nagirin û ji bo 6 mehan cezayeke nû yê hevdîtina bi parêzeran re lê hatiye birîn, serlêdan kirin.
Hevalên Hrant bertek nîşanî tehliyekirina kujer Ogun Samast dan û wiha gotin: “Ên kujeran diparêzin, hevkarên cînayetê ne!”