WAN - Di lêpirsîna rojnameger Mehmet Şakir Karadaş, Hulya Taş û Rohat Bulut de ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibûn binçavkirin, biryara neşopandinê hat dayin.
Rojnameger Mehmet Şakir Karadaş, Hulya Taş û Rohat Bulut, di 7’ê Çileyê de li noqteya kontrolê ya polîsan a li navçeya Erdîşê ya Wanê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Rojnamegerên sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê hatin kirin, hatin berdan. Di dosyaya lêpirsînê ya rojnamegeran de biryara neşopandinê hate dayin. Di biryarê de hate gotin ku di nîşeyên rojnamegeran ên weke hinceta “propagandaya rêxistinê” hatin nîşandan de tu delîlên propagandayê nehatine tespîtkirin.