AMED - Baroya Amedê bertek nîşanî çalakiya Koleja Diyarbarkirê ya TED’ê ku fermana Karamanoglû Mehmet a “Zimanên ji bilî Tirkî qedexe dike” bi zarokan da xwendin, da û got: “Parastin û pêşxistina mafê zimanê dayikê, ji bo aştiya civakî û xurtkirina demokrasiyê jêneger e.”
Baroya Amedê, têkildarî çalakiya Koleja Diyarbakirê ya TED’ê ku bi boneya “26’ê Îlonê Cejna Zimanê Tirkî” li dar xist û dovîzên pesnê Tirkî didin bi zarokan dan hilgirtin û fermana Karamanoglû Mehmet a axaftina bi Tirkî ferz dike bi zarokan da xwendin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xwendekar bêyî di ferqa wê de bin weke amûrên îdeolojîk hatine bikaranîn û ji hêla nirxên piranîparêz a perwerdeyê ve jî pirsgirêkên cidî hatine jiyîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civakên piranîparêz û demokratîk de peywira saziyên perwerdeyê ne avakirina zîhniyeta yekperest lê parastina nasname û pêşxistina zimanên dayikê yên cuda ye.
'LI DIJÎ RÊGEZÊN HEMWELATIYA WEKHEV IN’
Di berdewamê de wiha hate gotin: “Ev sepanên ku balê dikişînin ser ferzkirina yekzimaniyê; di serdemeke ku mafê zimanê dayikê tê nîqaşkirin û lêgerînên çareseriya demokratîk di rojevê de, mîna nûjenkirina polîtîkayên asîmîlasyonê derdikevin pêşiya me. Ziman, hêmaya esasî ya nasnameyê ye. Zimanê dayikê ne tenê tercîheke şexsî ye, di heman demê de hêj ji kêliya jidayikbûnê ve mafekî herî xwezayî yê hemû mirovan e. Sazûmankirina perwerdeyê ya li ser bingeha feraseta ku xwendekaran ji zimanê dayikê dûr dixe; ne li gorî rêgezên mafê perwerdeyê, mafê nasnameya çandî û mafê hemwelatiya wekhev ên bi belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî hatiye misogerkirin e.”
Daxuyanî wiha domiya: “Xala 27’an a Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) maf dide kêmaniyan ku zimanê xwe bi kar bînin û pêş bixin. Xalên 29’emîn û 30’emîn ên Peymana Têkildarî Mafan a NT’yê jî mafê parastina nasnameya çandî, ziman û nirxan ên zarokan misoger dike. Xala 14’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) jî ferz dike ku mafê perwerde û hemû mafên din bêyî di bin zexta cihêkariya ziman û nasnameyê de bijîn, bi kar bînin. Peymana Çarçoveya Têkildarî Parastina Kêmaniyên Neteweyî ya Konseya Ewropayê jî teşwîq dike ku piranîzimanî pêş bikeve û dewletên endam ji bo paratina zimanê dayikê berpirsyartiyên xwe bicih bîne.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê herî sereke yê her welatiyekî ye. Parastin û pêşxistina vî mafî, ji bo aştiya civakî û bihêzkirina demokrasiyê jî jêneger e. Berpirsyartiya saziyên perwerdeyê ne tunehesibandina zimanê dayikê yê xwendekaran e; berevajî vê, paratin û pêşxistina wê ye.”