Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
- rojane
- 11:04 20/11/2023
Yek ji 3 zarokên ber bi ava lêhiyê ketibûn Îsrafîl Guner ê 5 salî, mirî hate dîtin.
Yek ji 3 zarokên ber bi ava lêhiyê ketibûn Îsrafîl Guner ê 5 salî, mirî hate dîtin.
Meteorolojiyê 18 bajar ji ber rewşa hewayê, bi qodên zer û porteqalî hişyar kir.
Li Amed û Êlihê ya baraneke zêde lê barî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerînê yên 3 xwişk û birayên ku temenê wan di navbera 1 û 5 salî de û li navenda Êlihê ber lehiyê ketin, berdewam dike.
Ji ber rewşa hewayê, li gelek bajaran û navçeyan, betlaneya dibistanan hate ragihandin.
Li Çewlîgê 2 otobusên rêwiyan wergeriyan û qeza çêbû. Di encama qezayê de 22 kes birîndar bû.
Ji ber barana zêde li Mêrdînê lêhî rabû, av kete malan, rê ji ber kevirên ketine ser asê bûn. Bagera zêde dar ji cih kirin û trafoyek jî qelibî.
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê. Dayika wî Kûmriye Tanboga banga hestiyariyê kir û got: "Xwedî li kurê min derbikevin."
Li Amed û Êlihê ji ber bahoz û barîna barana zêde li Amed û Êlihê 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji 12 muretebatên keştiya ku li Eregliyê noqî avê bûyî agahî nayê wergirtin.
Tevî rapora ku "sûc kiriye lê ne di ferqê de ye ku sûc kiriye" ya ATK’ê daye B.T. ê 14 salî jî der barê wî de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin.
Îsmaîl Horoz ê 70 salî ku mala wî di erdhejê de hilweşiya, tevî temenê xwe yê extiyar û nexweş jî neçar e ku malên xera bûne tamîr bike û pê debara xwe bike. Horoz got ku tu hêviya wî ji dewletê nîne.
Rojnamevan Amir Kahrizî diyar kir ku ew bi talûkeya darvekirinê re rû bi rû ye û ji bo wî paşve bişînin Îranê li Navenda Paşdeşandinê ya Agiriyê tê ragirtin.
Hejmara 205’an a Xwebûn bi manşeta “Li dijî tacîz, tecawiz, tundî û qirkirinê; Jin pêşengên jiyanê ne” derket. Rojnameyê bi minasebeta 25’ê Mijdarê têkoşîna jinan derxist pêş.
Li Stenbolê ji 51 kesên di "Meşa Azadiyê" de hatibûn binçavkirin, 50 kes hatin berdan û tê payîn Hevserokê HEDEP'a Stenbolê Mûrat Kalmaz jî sibê sewqî edliyeyê bê kirin.
Der barê kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast ku çend roj berê hatibû berdan de îdianameyek nû hat amadekirin û di îdianameyê de heta 12 salan ceza ji Samast re tê xwestin.