Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan

  • rojane
  • 09:55 20 Mijdar 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Ji ber barana zêde li Mêrdînê lêhî rabû, av kete malan, rê ji ber kevirên ketine ser asê bûn. Bagera zêde dar ji cih kirin û trafoyek jî qelibî. 
 
Ji ber barana zêde û bagera dijwar li navçeyên navendî yên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê jiyana rojane da sekinandin. Li navçeya Artûklûyê ji ber barana zêde lêhî rabû, av kete nava malan. Ji ber baranê, kevir û heriya li ser rê kom bûbû, rê asê kirin. Her wiha li Rêya Kamor û kolanên navberê yên Cadeya Yenîyolê jî ji ber ava kombûyî ji bo welatî û wesayîtan bû sedema zehmetiyê. 
 
Li navçeya Artûklûyê, li gelek cihan bagera dijwar, dar qelibandin. Darek li ser Rêya Yenîyolê qelibî ser trafoyekê û trafo jî ji ber bagerê qelibî.  Herwiha gelek tabelayên kargeh û navnîşanan jî ji cih derketin. 
 
Balkêş bû ku tevî zehmetiyên derketine Şaredariya Artûklûyê ya AKP’î û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya bi destê qeyûmê AKP’î tê birêvebirin, ji ber barana zêde û astengiyên derketine, xebat neda meşandin. 
 
AV KETE MALAN 
 
Li navçeya Qoserê av kete nava mal û kargehan.  Kolan bûn gola avê û tabelayên kargeh û navnîşanan jî ji cih derketin.