Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 10:04 20 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çewlîgê 2 otobusên rêwiyan wergeriyan û qeza çêbû. Di encama qezayê de 22 kes birîndar bû. 
 
Li Çewlîgê ji ber şertên hewayê yên nebaş qezayên trafîkê çêbûn. Li navçeya Kanîreşê otobûsa rêwiyan a bi pîleqeya 12 AJ 444 ku aydê firmaya Cesûr Bîngolê ye, li ser rêya Kanîreş û Erziromê wergeriya. Di qezayê de 15 kes birîndar bûn. 
 
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr. 
 
Li ser rêyeke din li herêma Gundê Qirtuzî otobûsa rêwiyan a pîleqeya 42 ARG 61 ku aydê Metro Tûrizmê ye wergeriya di qezayê de 7 kes birîndar bûn.