Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
- rojane
- 16:53 29/11/2023
Malbatên bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re hatine cem hev, banga neşewitandina înfazan û dawîkirina qedexeyên hevdîtinê kirin.
Malbatên bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re hatine cem hev, banga neşewitandina înfazan û dawîkirina qedexeyên hevdîtinê kirin.
ÎHD'ê ji bo şandeyekê bişîne Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê da.
Siyasetmedar Nazmî Gur di Doza Kobanê de diyar kir ku ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe tê darizandin û got ku îdianame li gorî rêgezên nîjadperest hatiye amadekirin.
Di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de şandeya dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosyayê ji dozger re bişîne.
Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê bi boneya “Roja Piştgiriya bi Gelê Filistînê Re” daxuyaniyek da û destnîşan kir ku pirsgirêkên di navbera gel û baweriyan de li Rojhilata Navîn bê dîplomasî, bê diyalog û muzakereyê nayên çareserkirin û divê demildest her du alî jî dest ji hedefgirtina sivîlan berdin.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê bertek nîşanî gelek caran sekinandin û kontrolkirina konvoya wan a li Mûşê da û wiha got: “Ka di sala 1071’ê de em çawa xapandibin, hewl didin bi hezaran salan wisa dom bikin. Lê vêcarê li dîwarî qelibîn.”
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin û dê meş 3 rojan bidome.
Ciwanê kurd Erhan Eser li Stenbolê hatibû kuştin û doz hatibû vekirin. Polîsê bi navê Hamdî Karaca ku di dozê de tê darizandin û piştî bûyerê ji “FETO’yê” hatibû îxrackirin. Dadgehê cezayê Karaca daxist û kir 6 sal û 3 meh.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha got: “Divê tavilê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.”
Parlamenterê HEDEP’ê Zekî Îrmez diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê rakirin dê gelê kurd nesekine û li ber xwe bide.
Li Mêrsînê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin û 5 kesên li Ceyhanê hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.
Çalakiya girtiyan a bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dane destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike.
Parezerê rojnameger Silêman Ehmed ku 36 roj in tu agahî jê nayên girtin, Narîman Ehmed da zanîn ku dozgeriya Dihokê biryara hevdîtina bi miwekîlê wê re daye lê Asayîşa Dihokê vê biryarê nas nake û wiha got: “Ya ku asayîş û Parastin dike, derqanûntî ye.”
Li gorî daneyên TUÎK’ê; baweriya bi aboriyê ji sedî 1.3 kêm bû.
Di encama serdegirtinên li Bedlîs û Wanê de 43 kes hatibûn binçavkirin û ji binçavkiriyan 7 jê hatin berdan. Parlamenterê HEDEP’ê Huseyîn Olan got ku bi operasyonan dixwazin gundan vala bikin.