NAVENDA NÛÇEYAN - Texrîbata li Çiyayê Gabarê cara ewil ji hewa ve hate kişandin.
Qirkirina ekolojiyê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê her ku diçe zêdetir dibe. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê zêdetirî 5 sal in talaneke bênavber a xwezayê tê kirin. Darên li herêmê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” tên birîn.
Di heman demê de xebatên lêgerîna petrolê yên ji hêla Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li Çiyayê Gabarê dane destpêkirin jî didomin. Bi hinceta lêgerîna petrolê bi hezaran daran hatin birîn. Li cihê dar lê hatine birîn jî gelek quleyên leşkerî hatin avakirin.
Texrîbata li Çiyayê Gabarê cara ewil ji hewa ve hate kişandin. Dîmen, asta texrîbata li herêmê hatiye kirin careke din radixe ber çavan. Ji bo bîrên petrolê li gelek cihan rê hatine çêkirin û tê dîtin ku dora van rêyan veguherîne çolê û beşeke mezin a daristanê jî hatiye tunekirin.