Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
- rojane
- 16:51 28/11/2023
Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku PKK ji lîsteya “Rêxistinên qedexe” derxistiye.
Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku PKK ji lîsteya “Rêxistinên qedexe” derxistiye.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 8’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Beşdaran got ku heta faîlên Elçî tên girtin û darizandin dê têkoşîna wan bidome.
Rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran bi boneya salvegera qetilkirina Tahir Elçî daxuyanî dan û wiha gotin: “Bila faîl bên eşkerekirin û cezakirin. Di vê rêyê de têkoşîna me dê heta dawiyê bidome.”
Ji Weşanên Aramê 4 jê bi kurdî 7 pirtûkên nû hatin weşandin.
Di encama serdegirtinên malan ên li Bedlîs û Wanê de kal û nexweş jî di nav de herî kêm 43 kes hatin binçavkirin.
Hewldana ji bo Roboskê Edalet bi boneya meha 143’yemîn a Komkujiya Roboskê daxuyanî da û wiha got: “Divê dewlet bi komkujiya pêk anî re hevrû bibe.”
Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur diyar kir ku di Doza Kobanê de li gorî rêgezên hiqûqa dijminatiyê tên darizandin û wiha got: “Serokatiya Karên Diyanetê daxwaznameyek daye û me weke ‘jirêderketî’ pênase dike. Em vê gotinê li wan vedigerînin.”
Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê bertek nîşanî zextên zêde yên li dijî ciwanan da û destnîşan kir ku ew ê di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr bin û wiha got: “Em ê bibin yên diguherînin û vediguherînin."
Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan û Hiqûqê da zanîn ku dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di nava salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes revandine.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina zaroka 15 salî ku tê îdiakirin xwe avêtiye Çemê Dîcleyê, di roja duyemîn de berdewam in.
Girtî Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê tê ragirtin û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê tev li greva birçîbûnê bûye, têkildarî çalakiyê ev peyam da: “Abdullah Ocalan xeta me ya sor e.”
Şaredariya Pirsûsê ya qeyûm lê hatiye tayînkirina bûdçeya xwe 137 milyon TL’an di 11 mehan de xelas kir. Tevî îtîrazan jî, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê qebûl kir ku ji bo mehekê 46 milyon û 500 hezar TL li bûdçeya şaredariyê were zêdekirin
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 33 meh in tu agahiyan jê nagirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Polîsan li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û EGE-TUHAYDER’ê de girtin.
Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku li dijî êrişên zilamê serdest pêdivî bi tifaqake berfireh a jinan heye û got: “Dikare bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû were avakirin. Dem dema avakirina tifaqeke ku bi berfirehbûnê re sînoran ji holê radike ye."