Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
- rojane
- 11:10 29/11/2023
Di doza bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î xwariye” li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin de dozger xwest Şenyaşar bê cezakirin.
Di doza bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î xwariye” li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin de dozger xwest Şenyaşar bê cezakirin.
8’emîn danişîna doza Tahir Elçî li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir.
Yûsûf Aydin piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan. Aydin, diyar kir ku ji ber hevalên xwe yên di girtîgehê de xemgîn e û wiha got: “Tişta ku em li ser pêyan digirt, têkoşîna gelê me bû.”
Ji binçavkiriyên Dîlokê 2 jê zarok bi giştî 5 kes bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hatin girtin.
Keyayê gundê Xiştan a navçeya Mazgêrdê Mehmet Hakki Ozdemîr diyar kir ku rêya wan bi hinceta “nifûs kêm e” nayê çêkirin û xwest mexdûriyeta wan were çareserkirin.
Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê 3 girtî hatin sewqkirin.
Girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz ji sedî 90 astengdar e û nayê berdan. Dayika Kaygusuz, Durrî Kaygusuz wiha got: “Tenê lingekî kurê min ma ye lê çi bikin jî dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje.”
Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku di salên dawî de 25 çalakiyên wan bi awayekî "bêhincet" hatine qedexekirin û got: "Desthilat piştî ku derdorên rêxistinkirî diçewisîne berê xwe dide derdorên din."
Hevserokê Şaxa ÎHD'a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci ragihand ku li 104 girtîgehan bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan" re çalakiyên greva birçîbûnê hene û got: "Em mecbûr in bibin dengê girtiyan."
Amediyan diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiya kurdan û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û gotin: "Ger tecrîd bê rakirin dê aştî bê û dê gel bi awayekî wekhev bi hev re bijîn."
Veysî Guneş ê OHD'î diyar kir ku dê hewldanên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomin û got: "Nêzîkatiya li hember birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî meseleya kurd, statuya kurdan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye."
Li Silopiya û Cizîrê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku di panela bi sernavê "Bêcezatî û Mafên Mirovan" de axivî, diyar kir ku dozên ku mexdûrên wê kurd in hemû bi bêcezatiyê bi dawî dibin û got ku ew ê wekî Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê hat qetilkirin li dijî van polîtîkayan bitêkoşin.
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr destnîşan kir ku qeyûm li hişyariyan guhdar nekir û anî ziman ku rêzexemsariyên qeyûm rê li ber mirinan vekirin.