Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
- rojane
- 12:24 02/12/2023
Abdurrakîp Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'an a Rihayê ku lê dihat ragirtin, hate berdan.
Abdurrakîp Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'an a Rihayê ku lê dihat ragirtin, hate berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê daye destpêkirin de bi ser gelek malan de hatibû girtin û 110 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan zêdetirî 50 kesan hatin girtin.
Hat destnîşankirin ku balefirên şer ên Îsraîlê, li nêzîkî paytexta Sûriyeyê Şamê, êrişeke hewayî li dar xistin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku heke tecrîda li Îmraliyê berdewam bike, dibe ku gengeşîyên civakî rû bidin û got: “Heta ku Ocalan di din tecrîdê de be dê avakirina aştiya civakî pêkan nebe.
Greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin di roja 6’an de berdewam dike.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal. Mûzaffer Ozkûrt jî bû Midurê Karên Nivîsan ê rojnameyê.
Asiye Elçîçek a ku piştî 5 salan cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt bi lêv kir ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze bi wan bi paş ve gavê bide avêtin û wiha got: “Heta ku em hene em ê pey doza xwe bin. Ew çi bikin dê nekarin me. Yê ku bitirsin ew in. Ew çi bikin ji tirsa xwe dikin.”
Piştî bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê rojname bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne!” derketibû. Huseyîn Aykol anî ziman ku pêkan e ku ev manşet îro bi sernavê "Ev agir sînor jî derbas kirin" bê dayîn û got ku Çapemeniya Azad li gel hemû zext û êrişan jî bûye hêzeke cîhanê.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Qada Pîknîkê ya Devegeçîdiyê ku 2 sal berê bi 20 milyon TL'yî ew nû kiribû, bêheq dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr kir.
Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê, ji bo çalakgerên grevên birçîbûnê yên ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 6 roj in di grevê de ne, banga ‘bibin dengê wan’ kirin.
Welatiyên li Wanê ku piştgirî dan çalakiya girtiyan a bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’, diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in.
Qeyûmê ku Şaredariya Êlihê di nava deynan de hiştiye, di nava 2 salan de 3 îhaleyên cuda yên bi bihayê 34 milyon û 340 hezar TL'yî dane şîrketa bi navê BTM Gurmeyê.
Parêzer Îshak Demîrel diyar kir ku polîsê ku ciwanê kurd Erhan Eser qetil kir, ji ber "taximê cilan" li xwe kiriye cezayê heq kiriye lê nehatiye birîn û got ku polîtîkayên bêcezakirinê didomin.
Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok banga ji bo danişîna doza rojnamegerên kurd kir û got: “Danişînên ji rojnamevanên herî girîng ên Tirkiyeyê Sedat Yilmaz, Dîcle Mûftûoglû û Abdurrahman Gok hene. Divê xwedî li van danişînan bê derketin. Divê em ji bîr nekin ku xala sereke ya ku divê bê parastin rojnameger in."