Li Mûşê bi ser malan de hate girtin
- rojane
- 12:01 03/12/2023
Di encama serdegirtinên malan ên li Mûşê de endama Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Berfîn Yekta hate binçavkirin.
Di encama serdegirtinên malan ên li Mûşê de endama Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Berfîn Yekta hate binçavkirin.
OHD’ê têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daxuyanî da û wiha got: “Divê tavilê tecrîd bê bidawîkirin û daxwazên girtiyên siyasî bên bicihanîn.”
Edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû di bîranîna 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de axivî û wiha got: “Yên ku çavkaniya xwe ji heqîqetê digirin tu caran tune nabin.”
Ji bo rojnamegerên girtî Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat yilmaz dê sibe li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin ev 40 roj in tu agahî nayên girtin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HEDEP’ê Berpirsyar Ruştu Tîryakî got ku ji bo diyarkirina hevşaredar û namzetên meclisê dê li Kurdistanê nêzî 200 navendan pêşhilbijartinê bikin û ev tişt anî ziman: “Li bajarên rojava jî em ê bi tifaqaka dide qezenckirin derkevin pêşberî gel.”
Greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de daye destpêkirin di roja 7’an de berdewam dike.
Rêveberekî rêxistina sûc ku Interpol bi bultena şîn lê digeriya li Stenbolê hate girtin.
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê diyar kirin ku ew bi gelek pirsgirêkên wekî debarê, wargeh, xwarin û çûnhatinê re rû bi rû ne û gotin: "Gava em çayekê vedixwin em xwe bisiûd hîs dikin."
Danişîna edîtorên MA'yê Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ku zêdeyî 7 meh in girtî ne, dê di rojên pêş de li pey hev bên lidarxistin. Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk ji bo parastina rojnamegeriyê bang li hemû hevpîşeyên xwe kirin.
Hat diyarkirin ku qeyûmê Mêrdînê ku şaredarî di nava deynan de hiştiye, gava hewl daye ku boriyên şebekeyê yên berê yên di bin erdê de ku bihayê wan milyonan lîre ye, derxe. Kesekî pisporê îhaleyê ku bi vê bûyera bi nelirê hesiyaye jî, peywira wî hatiye guherandin.
Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Parêzer Firat Taşkin diyar kir ku greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 7'emîn de li girtîgehan didome, peyamek e ji bo dînamîkên civakî û bang li raya giştî kir ku bibe dengê girtiyan.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha mijdarê parve kir. DFG’ê diyar kir ku Hevseroka Komaleya wan Dicle Muftuoglu jî din av de hê 62 rojnameger di girtîgehê de ne û got: “Ev aşkera dike ku li Tirkiyeyê desthilatdarî hewl dide ku rojnamegeriyê kirîmînalîze bike.”
Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Di pirsgirêka kurd de muxatap Birêz Ocalan e. Divê dewlet bi micid nêz bibe. Çavê hemû kurdan li Îmraliyê ye.