Meşa endamên KESK’ê ya ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin dîsa vegerin ser karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatibû destpêkirin, gihîşt Edeneyê.
BÎSAM’ê rapora xwe ya meha Tebaxê aşkera kir û sînorê birçîtiyê yê malbateke ji 4 ferdan pêk tê weke 26 hezar û 149 TL ragihand. Di raporê de sînorê xizaniyê jî weke 90 hezar û 450 TL hat aşkerakirin.
KESK û BES bi daxwaza ku kedkarên KHK’î vegerin karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin.
Di rûniştina ewil a komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” de beşdaran bal kişandin ser girîngiya ziman û gotin: “Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe û bi zimanê xwe nenivîsinin, hûn ê tune bibin.”
Endamê Komîteya Amadekar Heval Dilbihar di komxebata “Stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî” de axivî û got: “Heta statuya Kurdî neyê naskirin, heta perwerdeya bi Kurdî neyê dayin dê ne aştî were ne jî aramî.”
“Komxebata stratejî û polîtîkayên ji bo têkoşîna zimanê Kurdî” sibe dest pê dike. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar diyar kir ku ew ê encamên komxebatê weke daxwaza zimanê Kurdî pêşkeşî îktîdarê bikin.