‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’ HATE NÛKIRIN

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, got: “Komîsyon mecbûr e ku rêyekê bibîne ku Abdullah Ocalan bikare nêrînên xwe bi komîsyonê re parve bike.”  
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. 
 
Ayşegul Doganê anî ziman ku Tirkiye ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd di demeke dîrokî de derbas dibe û got: “Me got, em vê meseleyê bi hev re çareser bikin û bi ser bikevin. Gavên ku di nava vê demê de hatin avêtin bêguman ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û mayindebûna aştiyê gelekî girîng in. Ev yek destketiyên gelekî hêja ne. Me her qonax ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, avakirina aştiya civakî û mafên demokratîk weke derfeteke gelekî hêja dît. Mijara ku em li ser diaxivin gelekî hesas e. Em qala jiyana mirovan dikin. Gava em dibêjin meseleyeke kûr e, mebesta me ev e. Em qala rewşa şer dikin ku bi salan e dewam dike. Em qala wê dikin ku bêhn bê ber me hemûyan. Ji destpêkê ve me hewl dan ku nêzîkatiyeke hevgirtî nîşan bidin. Ji destpêkê ve me hewl da ku yên cihêkariyê dikin hişyar bikin. Me got, li ser vê mijara hesas hesabên berjewendî û ranta siyasî nekin.”
 
'LI DIJÎ NIJADPERESTÎ Û NEFRETÊ DIVÊ EM BI DENGEKÎ BILIND BIAXIVIN'
 
Ayşegul Doganê banga berpirsyariyê li hemû partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir û got: “Ev yek ne tenê berpirsyariya DEM Partiyê ye. Em kevneşopiyeke siyasî ne ku ji bo meseleya demokrasiya Tirkiyeyê li refên herî pêş têdikoşin. Lê belê divê em zêde bibin û dengê xwe hîn bi bilindî bînin ziman. Li hemberî nijadperestî, nefretê divê em dengê xwe bilind bikin. Em bi rengekî xurt têbikoşin. Hinek hene ku li ser dijberiya pêvajoyê hesaban dikin. Rexnekirina pêvajoyê tiştekî cuda ye. Ji xwe em jî rexneyê li pêvajoyê dikin. Rexneyên me jî hene. Em rexneyên xwe jî timî dibêjin. Em dibêjin, 'Birêxistinkirin dikarîbû hinekî cuda bûya, komîsyonê dikarîbû ewqasî dem bi guhdarîkirinê derbas nekiribûya, heta niha dikarîbû hevdîtin bi Birêz Ocalan re bikira, dikarîbû civakî bikira, hîn bi wêrekî dikarîbû tevbigere, gavên hîn bi wêrek dikarîbû biavêta' û hîn jî em van daxwazan tînin ziman. Ev rexne û fikarên me yên hevpar in. Lê em zanin ku hinek hene bi rengekî kategorîk li ber pêvajoyê radibin. Em bi koka vê yekê jî zanin." Ayşegul Dogan destnîşan kir ku wê bi hev re li dijî nijadperestiyê têbikoşin, li dijî sûcê nefretê têbikoşin.
 
BERSIVA LI DERVÎŞOGLÛ
 
Bi domdarî Ayşegul Doganê wiha got: “Binihêrin mejiyekî ku hewl dide ji mirinê rantê bi dest bixe, doh xwe li ser kursiya Meclîsê nîşan da. Xwe li bin siya partiyeke siyasî nîşan da. Eşkere bû. Bi zimanê Serokê Giştî yê ÎYÎ partî xuya kir ku êrîşî partiya me, bi milyonan mirovên ku partiya me wan temsîl dike û nirxên wan kir. Xwe ji xwînê, mirinê, dijminatiyê xwedî dikin û ditirsin. Heyfa wan. Çima ditirsin? Ji ber ku zanin ber bi sergoyê dîrokê ve diçin. Partiyên siyasî yên ku xwe ji xwînê, mirinê, dijminatiyê xwedî dikin, navê wan jî namîne. Ji ber vê yekê, yên ku vê dibînin xwe dilebitîne, dema wan qediya ye. Lê belê ev yek hewldana wan a dawî ye. Gotinên vî kesî ne tenê li hemberî partiya me ye, li hemberî her kesên daxwaza demokrasî, wekhevî û jiyana bi rûmet dike. Divê bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayin.
 
KOMÎSYON DIVÊ JI BO ABDULLAH OCALAN FORMULEKÊ BIBÎNE
 
Komîsyon neçar e formulekê bibîne ku birêz Ocalan karibe nêrînên xwe ji komîsyonê re ragihîne. Ji ber ku komîsyon di heman demê de ji vê berpirsyar e. Ji ber ku komîsyon dixwaze şer bi dawî bike. Birêz Ocalan ne tenê rêberê damezrîner e, di heman demê de hêza damezrîner a çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Ji kerema xwe bila biçin pê re biaxivin bê çima hêza damezrîner e. Bila demê bi Tirkiyeyê nedin windakirin. Divê kesek bi Tirkiyeyê demê nede windakirin. Welatparêzî, hezkirina ji welêt ev e. Ne nijadperestî ye, ne zimanê nefretê ye.”

Sernavên din

15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê li Amedê meş tê lidarxistin ZINDÎ
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’ HATE NÛKIRIN
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê