Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome

img
WAN - Karkerên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji kar derxistî, çalakiya xwe ya ji bo vegerin karê xwe di roja 78’an de didomînin. Karkeran, got ku ji wan tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 29’ê Tîrmehê de 7 jê astengdar bi giştî 223 karker ji kar derxist. Karker, ji bo vegerin karê xwe çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Çalakiyên karkeran di roja 78’an de didome. Tevî biryara qedexeyê ya Walîtiya Wanê ya ji bo 10 rojan jî karker di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe didomînin. 
 
Ji karkeran Serdar Balci anî ziman ku di dema çalakiyê de polîsan gefa “Me mecbûrî hinek tiştan nekin” li wan xwarine û got: “Tevî hemû astengî û zordariyê jî em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Ditirsin ku dengê me li her qadê û Wanê belav bibe. Gel jî tev li çalakiyên me dibin. Dema hejmara me 70 kes derbas dike bi 500 polîsan dorê li me digirin.” 
 
'MESELE NE TENÊ MESELEYA 223 KARKERAN E’ 
 
Di berdewamê de Balci destnîşan kir ku ew bi piştevaniyê dikarin ji dorpêça polîsan derkevin û wiha pê de çû: “Em hemû girêdayî hev in û mesele ne tenê ew e ku 223 karker vegerin sr karê xwe. Rê û rêbazên heta niha dikarin me heta cihekî bibin. Heta ku ew paşvegavê diavêjin em ê çalakiyên cuda bikin.” 
 
'JI KEDKARAN DITIRSIN’
 
Zebeyde Ozalpê jî bi bîr xist ku karker bi hinceta qeydên sicîlê ji kar hatine derxistin û got: “Bû 2 sal û nîv em li ber xwe didin û dê ev berxwedan bidome. Çiqas hewl bidin asteng jî bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi awayekî neheq û derhiqûqî ji kar derxistin. Em 6 mehan xebitîn. Piştre çi bû? Çi dibe bila bibe em ê bên vê derê û bixebitin. Ji me ditirsin. Beriya her tiştekî em heqê xwe dixwazin. Em ji kesekî alîkariyê naxwazin, em heqê xwe dixwazin.” 
 
'DÊ BERXWEDANA ME HETA DAWIYÊ BIDOME’ 
 
Cemîl Alman jî bi lêv kir ku ew ne tenê ji bo xwe lê ji bo xelkê Wanê yê îradeya wan hatiye xespkirin jî li ber xwe didin û axaftina xwe wiha qedand: “Ditirsin ku kedkar li heqê xwe bigerin. Lewma nahêlin em çalakiyê bikin. Berxwedana me berxwedaneke mafdar e. Em li heqê xwe digrin. Çi astengiyan derxin jî, em tenê yek kes jî bimînin dê vê berxedanê bidomînin. Em yekitî û hevgirtina xwe bidomînin. Bi vî awayî em dikarin polîtîkayên qeyûm vala derxînin. Nexwe dê derxistina karkeran a ji kar bidomînin. Em banga piştevaniyê li raya giştî jî dikin.”