Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin

img

ŞIRNEX - Cerdevanên gund ên Şirnexê bi çekên giran 36 pezkovî qetil kirin. 

 
Cerdevanan, li herêma çoltare ya di navbera gundên Cilbiya û Bilîga yên navçeya Silopiyayê û bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê de qetlîama pezkoviyan kir. Gelek cerdevanên ji Sêgirkê, bi çekên giran 36 pezkovî qetil kirin. Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê qetlîama hatiye kirin ragihand û da zanîn ku pezkovî di serdema perîn û zayînê de rastî qetlîamê hatine. 
 
Komeleyê, bal kişand ser texrîbata ekolojîk a demekî dirêj e li Şirnexê tê kirin û got: “Hevsengiya xwezayî û jiyana kovî ku li welat tune tê hesibandin, ji hêla kesên hêza çek û parastinê xistine destê wan ve tê tunekirin. Bi dehan sala ye li herêma ku polîtîkayên eko-qirkirinê bi awayekî taktîk-sîstematîk lê di meriyetê de ne, bi xwezayê re şerek tê kirin û bandora vê roj bi roj zêdetir dibe. Em bang li Walîtiya Şirnexê, Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Çandinî û Daristanan dikn ku peywira dikeve ser milê xwe bicih bînin û der heqê hêzên ewlekariyê yên ev qetlîam kirine de tavilê kirariyên pêwîst bidin destpêkirin. Em bang li hemû parastvanên jiyanê, bang li hemû tevgerên ekolojiyê yên li her çar aliyên welat û aktîvîstan dikin ku li hemberî vê qetlîamê bêdeng nemînin û hesasiyeta hewce nîşan bidin.” 
 
Welatiyekî ji gundê Gilîgayê ku me li ser telefonê xwe gihandê, qetlîama hatiye kirin piştrast kir û got ku giliyê kirine bêencam mane.