Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne

img
MERSÎN - Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê, rapora binpêkirinên li girtîgehên herêmê aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku tehliyeya girtiyan tê astengkirin û ji bo bidawîkirina binpêkirinan bangî rayedaran kirin.
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, rapora der heqê binpêkirinên girtîgehên li Mersîn û yên li herêmê weşand. Di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin de rapora Hezîran-Mijdarê hat aşkerakirin. Hat diyarkirin ku rapor, li gorî nîşeyên serdanên parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mersînê û parêzerên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo Girtîgeha Kampus a Tersusê hatiye amadekirin.
 
Civîna ku pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê beşdar bû, kurteya raporê ji aliyê Berdevê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê Muammer Derînce ve hat xwendin.
 
ATENGIYA TEHLIYEYÊ
 
Muammer Derînce diyar kir ku îdareyên girtîgehan cezayên dîsîplînê ji bo astengiya tehliyeyê hincet nîşan didin û bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tehliyeya girtiyan tê astengkirin. Derînce destnîşan kir ku, li Girtîgeha Girtî ya Tarsusê L.K. û B.K., li Girtîgeha Tîpa T-1 a Tarsusê H.A., A.T., Î.A. û A.Z., li Girtîgeha Tîpa T-2 a Tarsusê K.E. û S.F., M.Ç. ê ku sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî hat kirin tehliyeya wan hatiye astengkirin. Herwiha Derînce, rave kir ku mafê sosyal, çandî û yê werzîşê yê girtiyan tê binpêkirin û yên ku dixwazin van mafan bikar bînin rastî tundî û zextan tên.  
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ YÊ GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN
 
Derînce, anî ziman ku girtî sewqî nexweşxanyê nayên kirin û lêgerîna nava dev, tedawiya bi kelemçe li ser wan tê ferzkirin nexasim girtiyên jin bi tevî cendirmeyan rastî îşkenceyên der rûmeta mirovî tên. Herwiha Derînce, diyar kir ku bi van sepanan ve mafê tenduristiyê tê binpêkirin û li girtîgehên wek Girtîgeha Jinan a Tarsusê, Tîpa T-1 a Tarsusê, Tîpa 2 a Tarsusê û Tîpa 3 a Tarsusê mafê tenduristiyê yê gelek girtiyan tê binpêkirin.  
 
 
ZEHMETIYA DABÎNKIRINA PÊDIVIYAN
 
Derînce, anî ziman ku xwarinên didin girtiyan hindik e û gelek caran nayê xwarin û ji ber bihabûna kelûpelên li kantînê girtî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, herwiha rêza li hemberî jiyana malbatî ya girtiyan tê binpêkirin. 
 
ASTENGIYA KURDÎ
 
Derînce, diyar kir ku mafê perwerdehî û çandî hatiye rawestandin, dayîna pirtûk, rojname û kovaran hatiye sînorkirin û mafê ragihandinê yê bi telefon û nameyan tê binpêkirin. Derînce, destnîşan kir ku nameyên bi Kurdî hatine nivîsandin andin girtiyan û sepanên nîjadperestî nêzî gundiyan dibin.
 
‘EM Ê BIŞOPÎNIN’
 
Derînce, rave kir ku li girtîgehan binpêkirin zêde bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek parêzvanên mafên mirovan ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan, astengiya tehliyeyan, astengiya mafê tenduristiyê ji Wezareta Dadê, Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê, Yekîneya Mafê Mirovan a Walitiyê, Lijneya Çavdêriya Girtîgehan, Yekîneyên Edlî, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û hwd. ji bo avakirina jiyanek birûmet li hemû girtîgehên li erdnîgariya me daxwaz dikin ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin û em ê hemû geşedanan bişopînin.”