Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 311’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e” gihişt ber destê xwînerên xwe. 
 
Rojnameya Xwebûnê ku heftane tê çapkirin, di hejmara nû ya 311’ de bi manşeta “Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê gotara Nivîskar Adar Gulan derxist manşetê. Nivîskar Adar Gulan di gotara xwe de destnîşan dike ku çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê li cîhanê deng veda û balê dikişîne ser girîngiya çûyîna komîsyonê û bandora wê ya li ser pêvajoyê. 
 
Rojnameyê di binmanşetê de jî cih daye hevpeyvîna ku bi Nivîskar Mehmet Karakuş re hatiye kirin. Di hevpeyvînê de Nivîskar Mehmet Karakuş balê dikişîne ser girîngiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Mehmet Karakuş destnîşan dike ku azadiya fîzîkî dê rêya aştiyê veke. 
 
Di rojnameyê de nivîskar Felemez Ulug bi sernavê “Helwesta li dijî çareseriyê”, Nivîskar Ramazan Olçen bi sernavê “Hebûn û vejîn”, nivîskar Xeyrî Welat Serhed bi sernavê “Komara demokratîk an ‘Serkeftina Pirûsê’”, Medenî Ferho jî bi sernavê “Dîroka nû aqilê zarokên kurdan” balê dikişînin ser geşedanên siyasî û rojevî. 
 
Dîsa nivîskar Adar Jiyan, Sorgul Şêxo, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Feratê Dengizî, Zaza Cebelî, Nesrîn Navdar, Fatma Taşli Tunç û Serdar Altan bi gotar û analîzên xwe bal kişandine ser mijarên girîng.