AMED - Gulperî Kortak ku hevjînê wê Ramazan Kortak yek ji girtiyên nexweşiya wî giran e, got: “Heke li wir bimîne dê bimire.”
Li girtîgehan ku gelek binpêkirinên mafan lê tên kirin, girtiyên nexweş bi mirinê rû bi rû ne. Ramazan Kortak ku 30 sal in di girtîgehê de ye, yek ji wan girtiyên nexweş e ku mirinê rû bi rû ye. Nexweşiyên Kortak ên weke tansiyon, mîde, serêşî, êşa pêyan hene û kîsikê zirav jî hatiye girtin.
Hevjîna Kortak, Gulperî Kortak binpêkirinên mafan ên giran ku hevjînê wê li Girtîgeha Buca ya Îzmîrê dijî vegot û got: “Hevjînê min heta niha 3 caran ji ber xwarinan jehrî bûye. Mûyan biçûk dikin û diavêjin nava xwarinê. Xwarin qirêjî bûn û tiştên mîna kezê di nav de bûn. Carnan tenê bi avê dişûşt û wisa dixwar. Dermanên wî jî nadinê.”
Gulperî Kortakê da zanîn ku hevjînê wê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, dema ser hişê xwe diçe mudaxile lê nayê kirin û got: “Dema dikeve, dihêlin û diçin. Heke bimire jî tu kesekî hay jê nabe.”
'HEKE LI WIR BIMÎNE DÊ BIMRE’
Di berdewamê de Gulperî Kortakê anî ziman ku ew bi xwe jî nexweş e û demekî nêz berê emeliyateke giran derbas kiriye û got: “Ez jî nexweş im û tiştek ji destê min nayê. Tekane daxwaza min, berdana wî ye. Heke li wir bimîne dê bimre. Bila di nav zarokên xwe de be, em ê li wî binêrin.”
SEWQÎ ATK’Ê NEKIRIN
Ramazan Kortak ku me jê re pirs şandin, bersiva pirsên me da û got ku ji bo sewqa ATK’ê serlêdan kiriye lê sewqa wî nehatiye kirin. Kortak, got: “Ez sewqî Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê hatim kirin. Tevî ku hêviyeke min a tehliyeyê ji ATK’ê nebû jî nehatim şandin. Rewşa min paşguh dikin. Nexweşiya min a mîdeyê roj bi roj girantir dibe. Wisa hîst dikim ku bi xwarinên tên dayin re ev êş hêj girantir dibin.”
'KIRDEYA AŞTIYÊ RÊBERTÎ YE’
Kortak, têkildarî nîqaşên aştiyê jî axivî û got: “Azadiya Rêbertiyê dê bibe banga herî girîng a aştiyê. Azadî û ewlehiya wî dê bibe ewlehiya civakê. Bêguman kirdeya aştiyê Rêbertî ye. Em jî piştgiriyê didin bana wî û heta dawiyê pê re ne.”
Kortak û malbata wî xwestin ku rewşa girtiyên nexweş û yên rewşa wan giran ji hêla lijneyên serbixwe ve bên lêkolînkirin.
