Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye

img

AMED  - 9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 2’yemîn de berdewam e. Eleqeyeke zêde ya gel bo fuarê heye. 

9’emîn Fuar Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Fuara Mezopotamyayê di roja duyemîn de didome. Eleqeyeke zêde ya xwîneran ji bo fuarê hebû. Pêşengeha ku sibehê saet di 10.00’an de dest pê kir, bi bername û danasîna weşanxane û pirtûkan didome.
 
Pêşengeh dê 9 rojan bidome û 200 weşanxaneyan stand vekirine. Ji van standan 31 jê yên Kurdî ne. Li ser standan gelek cureyên pirtûkan cîh digrin. Pêşengeha pirtûkan dê sibê di roja sêyemîn de bidome. Pêşengeh her roj saet 10.00an de vedibe û saet di 19.00ê êvarî de tê girtin.