WAN - Ajokarên taksiyan ji bo piştgiriya bi çalakiya bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê hatiye destpêkirin xwestin biçin kampûsa Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Tevî astengiya rektor derxistî jî ajokor tev li çalakiyê bûn.
Koma Taksîvanên Navenda Wanê, ji bo piştgiriya bi çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê li hundirê kampûsê daye destpêkirin, xwestin tev li çalakiyê bibin. 150 taksîvanên ber bi kampûsê ve bi rê ketin, li navenda bajar li ser fermana rektorê zanîngehê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî ve hatin astengkirin. Komeke taksîvanan astengiya heyî derbas kirin û tev li çalakiya li zanîngehê bûn.
REKTORÊ ZANÎNGEHÊ TAKSÎVAN ASTENG KIR
Taksîvanên hatin astengkirin jî li Parka Îpekê ya li navenda bajar daxuyanî dan. Ji taksîvanan Alîm Dursun diyar kir ku we dixwazin ji bo Rojîn Kabaîşê edalet pêk bê û got: “Bi ser re salek derbas bû lê bersivek dan malbata wê ne jî edalet pêk hat. Di rapora nû ya ATK’ê de DNA’yên du zilaman hatine tespîtkirin. Ev rapor nêzî salekê hate veşartin. Bavê Rojînê di dest de wêneyê keça wî derî bi derî geriya û xwest edalet pêk were. Gelo ma ev şerm ne ya me tevan e? Li ser bedena Rojînê DNA’yên du zilaman tên dîti lê ne dosya, ne delîl ne jî rapor li holê nîne. Ev terkexemî ye, hovîtî ye, cînayet e. Em weke Koma Taksîvanên Wanê bang dikin; her kesên delîlan vedişêrin, edaletê tune dihesibînin jî şirîkên vî sûcî ne.”
Taksîvanan, piştî daxuyaniyê wêneyên Rojîn Kabaîşê bi pacên wesayîtên xwe ve kirin û bertek nîşanî rektor dan.