NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Tandîlê yê Arjantînê bernameya danasîna parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Civaknasiya Azadiyê” hat lidarxistin. Eleqeyeke zêde ji bo bernameyê hebû.
Li bajarê Tandîlê yê Arjantînê li ser parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Civaknasiya Azadiyê” bernameyeke danasînê hatê çêkirin. Di bernameyê de semînerek hate dayîn û nîqaşên berfireh hatin kirin. Bernameya danasîn û nîqaşê ji aliyê Profesora Erdnigariya Siyasî Luciana Bidauri ku Fakulteya Zanistên Mirovî ye ve hatê birêvebirin.
Gelek kes tev li bernameyê bûn û di nava beşdarvanên ku tev li danasîna bernameyê bûn de xwendewan, akademîsyen, mamoste û çalakvanên siyasî jî hebûn. Bername bi axaftina dekanê fakuklteyê dest pê kir û piştre li ser dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, rewşa Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji “Civaknasiya Azadiyê” beşên eleqedar hate peşkeşkirin.
Beşdarvanan eleqeyek mezin nîşane pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dan. Her wiha di bernameyê de rastiya têkoşîna civakî ya gelên Arjantînê jî bi perspektîfa paradîgmaya Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin.
Beşdaran, raman û felsefeya Abdullah Ocalan wek çavkaniya hêviyê û ronahiyê pênase kirin û piştgiriya têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.