Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
- rojane
- 09:42
Têkildarî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Cuma Erçe, destnîşan kir ku Elewî parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne.
Têkildarî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Cuma Erçe, destnîşan kir ku Elewî parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên li Wanê diyar kirin ku ev pêvajo derfeteke sedsalekê ye û divê demildest komîsyon were avakirin da ku pêvajoyê di warê qanûnî de misoger bike.
Karkerên ku ji ber çalakiyên sendîkayî û daxwazên aştiyê ji kar hatin avêtin, neh sal in li benda vegera li ser kar in. Guven Boga got: "Daxwaza aştiyê sûc nîne. Tevî beraetan jî, daxwazên vegera li ser kar tên redkirin."
Li gelek taxên Rihayê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de civînên gel hatin lidarxistin.
Di lêpirsîna li ser teşhîrkirina cenazeyên tazî yên 2 jinan ji aliyê leşker û polîsan ve di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de biryara 'neşopandinê' hat dayîn.
Li gorî kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ heftiya borî 20 girtî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin darvekirin.
ÎHD’ê, di nameya ku ji bo girtiya nexweş Hatîce Onaranê ji Wezareta Dadê re şand, wiha got: “Divê binpêkirinên mafên girtiyên nexweş bê dawîkirin, ev zerûretek e nayê taloqkirin.”
Hevberdevekê Komeleya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik nerazîbûn nîşanî erêkirina biryara beraatê ya ji bo bersûc Erman Ekîncî ya li dadgeha temyîzê da û got, "Biryar belgekirina dadgerekî alîgirê DAIŞ'ê ye."
Ji bo Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, di serdema 24’an de heta îro herî kêm 46 hezar û 753 serlêdan hatine kirin. Ji bo 21 hezar û 642 îdiayên binpêkirina mafên girtiyan tenê 153 caran serdana girtîgehan kiriye.
Şîna ku ji bo Berîvan Demîr a YJA-Star’î hate danîn bi girseyî hate ziyaretkirin. Di axaftinên şînê de ji bo windayên nû çênebin banga piştgiriya pêvajoyê hate kirin.
Saziyên çapemeniyê li ber Konsolosxaneya Îsraîlê bi dirûşma "Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî " çalakî li dar xistin û berteka xwe ya li hember nebûna cezayên civaka navneteweyî li dijî êrişên Îsraîlê nîşan dan.
Girtiyê bi navê Ersîn Çîçek ê ku piştî 6 mehan ji bo tedawiya fetq, apandîsê sewqa wî nexweşxaneyê hatibû qebûlkirin, di dema sewqkirinê de bi hinceta "lêgerîn nehate qebûlkirin" sewqa wî hate astengkirin.
Baroya Amedê, têkildarî astengkirina tehliyeya girtiyan serî li 4 saziyan da.
Baroya Amedê der barê kesên ku cezayên xwe temam kirine û serbest hatine berdan de daxuyaniyek da û bal kişand ku "Parvekirinên ku kesên xwedî naverokên sexte hedef digirin, nefretê dihewîne û aştiya civakî tehdît dike divê cidî neyê girtin."