‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’

  • rojane
  • 10:37 12 Kanûn 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Hakki Demir diyar kir ku her çend hawirdoreke bê pevçûn girîng be jî, bicihanîna maf û azadiyên bingehîn ji bo aştiyeke mayînde girîng e. Endamê MYK’a ÎHD’ê Nûrettîn Taniş jî got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet tavên şênber biavêje.

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, bi pêşkêşkirina raporên partiyên di Komîsyona Pêvajoyê de berdewam dike. DEM Partî, CHP û EMEP'ê raporên xwe ji meclisê re pêşkêş kirin.
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hakki Demîr û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûrettîn Taniş , der barê pêvajoyê de nirxandin kirin.
 
Hakki Demîr, diyar kir ku agirbest bi serê xwe destkeftiyek e û got ku binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran di demên pevçûnan de çêdibin. Demîr, destnîşan kir ku tevî ku salek derbas bûye jî, tu gavên qanûnî nehatine avêtin û got ku heta girtiyên nexweş jî nehatine berdan. Demîr, her wiha got ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê mîna dadgehê tevdigerin û rê li ber berdana girtiyan digirin.
 
'DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ BILINDKIRIN'
  
Demîr diyar kir ku li şûna gumanbariya li hember pêvajoyê, divê têkoşîn were xurtkirin û got ku divê aştî ji bextê desthilatê neyê hiştin. Demîr tekez kir ku pêdivî bi bêtir razîkirina rêxistinên civaka sivîl û raya giştî heye û daxuyaniya Devlet Bahçelî ya li ser "mafê hêviyê" û gotinên Fethî Yildiz ên li ser girtiyên nexweş bi bîr xist. Demîr wiha pirsî: "Di pratîkê de tiştek nayê nîşandan. Abdullah Ocalan û PKK'ê hemû gavên pêwîst avêtine. Ji aliyê din ve jî gav nayên avêtin. Hat gotin, 'Bila ew ji mafê hêviyê sûd werbigire.' Lê çima gav nayên avêtin?"
 
Demîr bal kişand ser nirxandinên ku dibêjin ev pêvajo bi pêşketinên li Rojhilata Navînê ve girêdayî ye û got ku binpêkirinên mafên mirovan li çaraliyê cîhanê zêde bûne, ev yek nîşan dide ku krîzeke mafên mirovan a piralî heye. Demîr got: "Ger welatên Rojhilata Navînê bi demokrasiyê bihatana birêvebirin, Îsraîl dê tu bandorek nekira. Ev yek Tirkiye jî di nav xwe de digire. Tirkiyeyek ku bi Kurdan re aştiyê bike û rêzê li maf û azadiyên wan ên bingehîn bigire, dê li Rojhilata Navînê welatekî bi rûmettir û rêzdartir be. Ew dikare bibe welatekî ku aştiyê ji welatên din li erdnîgariyê dıxwaze û ji wan re mînakek pêşkêş dike. Divê fobiya Kurdan ji holê bê rakirin." 
 
HEVRÛBÛN 
 
Demîr diyar kir ku her çend hawîrdorek bê pevçûn hêja be jî, avakirina maf û azadiyên bingehîn ji bo aştiyeke mayînde girîng e û got: "Bêyî rûbirûbûn û lêpirsîna rastiyê, aştiyeke mayînde çênabe. Divê birînên mirovan werin dermankirin. Bi salan e komkujî hene, herî dawî zarokên li Roboskî hatin bombebarankirin. Sûcdar hîn jî serbest in. Ger dewlet bi lêborînê û darizandina sûcdaran gavekê neavêje, êşa di dilê mirovan de dê berdewam bike. Divê ew hevrû bibin, lêborînê bixwazin û tezmînatê bidin. Binpêkirinên mafên mirovan ên cidî demeke dirêj e li Tirkiyeyê diqewimin, lê rawestandina dijminatiyê ji bo me wekî rêxistinên mafên mirovan pir hêja ye. Hêza me ya axaftinê dê hîn bêtir zêde bibe. Em dixwazin ku ev hawîrdora bê pevçûn berdewam bike. Em bawer dikin ku di vê hawîrdorê de gavên demokratîk dikarin bi hêsanî werin avêtin an jî hêsan bibin."
 
‘DIVÊ BI PERSPEKTÎFA EWLEHIYÊ LI PIRSGIRÊKA KURD NENIHÊRIN’
 
Nûrettîn Taniş jî diyar kir ku gavên zelal û girêdayî yên dewletê ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng in. Taniş, destnîşan kir ku hevdîtina Îmraliyê qonaxeke girîng e di naskirina îradeya Kurdan de û got: "Em dînamîzma civakî ya ku di pêvajoya berê de hatiye jiyîn nabînin. Mirov ji ber bêhêvîbûnên ku jiyane bi fikar in. Pêvajo li pişt deriyên girtî berdewam dike û agahdariya têrker nagihê raya giştî. Lêbelê, heke pirsgirêka Kurd ne tenê ji perspektîfa ewlehiyê lê di heman demê de ji aliyên wê yên dîrokî, sosyolojîk û çandî jî were çareserkirin, wê hingê em dikarin bi rastî behsa aştiyê bikin."
 
'DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'
 
Taniş diyar kir ku divê pêvajo hemû alî, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û beşên civakê di nav xwe de bigire û got: "Pêngava yekem ku dê cidîbûna pêvajoyê, nemaze ji bo Kurdan, di avakirina aştiya civakî de nîşan bide, berdana girtiyên siyasî ye. Şaredarên hilbijartî, parlamenter û bi sedan girtiyên siyasî di girtîgehê de hene. Divê hemû girtiyên siyasî, nemaze yên nexweş, demildest werin berdan. Berdewamiya hawîrdorek bê pevçûn şerteke bingehîn a pêvajoyê ye."
 
Taniş destnîşan kir ku neavêtina gavan ji aliyê Tirkiyeyê ve, bi hinceta pêşketinên li Sûriyeyê, pêvajoyê asteng dike û got: "Divê dewlet di hundurê xwe de, bêyî pêşketinên li Sûriyeyê, gavên demokratîkbûnê bavêje."
 
GAVÊN HIQÛQΠ
 
Taniş diyar kir ku tevî gavên ku PKK'ê avêtine jî, dewletê hîn jî rêziknameyên pêwîst bicîh neaniye û got ku ev yek xetereya veguherîna pêvajoyê ji bo manevrayeke hilbijartinê bi xwe re tîne. Tanişt got: "Heke şefafî neyê misogerkirin, pêvajo ji bo provokasyonan vekirî dibe. Em ji bîr nakin ku pêvajoya aştiyê ya berê çawa bi dawî bû. Ji ber vê yekê, divê rêziknameyên qanûnî bêyî derengmayîn werin çêkirin."
 
Taniş destnîşan kir ku divê rapor û pêşniyazên ku ÎHD bi salan e li ser aştiyê disekine, li ber çavan bên girtin û wiha got: "Pêvajoya çareseriyê divê li ser bingeha maf û azadiyan bimeşe. Divê mekanîzmayên çavdêrî û çavdêriyê yên serbixwe werin avakirin; binpêkirinên mafên mirovan ên li qadê divê bi rêkûpêk werin ragihandin. Divê hemû beşên civakê di vê pêvajoyê de cih bigirin. Komxebat, civînên giştî û civînên agahdarkirinê di vî warî de pir girîng in."
 
MA /Hamdûllah Yagiz Kesen -  Abdûlkadîr Ayten