ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 5 Kanûn 2025
  • |
img
* 3'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, piştî demeke heşt salan a qeyûm, dê careke din bi 84 fîlman bigihê fîlmhezan. Endamê komîteya festîvalê sînemager Mehmet Erbay her kesî vexwend festîvalê û got: "Werin em di nav huner û hestên hunerî de bin." 
 
* Hevserokê AATUHAY-DER'ê Zahir Akalin diyar kir ku girtiyên nexweşên giran nayên dermankirin û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin û banga "Dest ji van pêkanînan berdin, girtiyên nexweş berdin" kir. 
 
* Jinan li hember şebekeya fihûşê ya li Licê hat eşkerekirin bertek nîşan dan û diyar kirin ku fihûş ji aliyê dewletê ve tê kirin û gotin: "Divê jin bi bertekên xwe û meşên xwe cîhanê bihejînin."
 
* Me wêraniya ku DAIŞ'ê li Palmîra, bajarê Şahbanû Zenobiayê kiriye, tomar kir. Cihê ku berê warê herî zindî bû, niha bûye bajarekî xeyalet. 
 
*Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê got: "Gelê Kurd ji bo Abdullah Ocalan dibêje ew 'Rêber û sermuzakerevanê me ye.' Ji ber vê yekê, divê 'mafê hêviyê' were naskirin û şert û mercên ku ew karibe bi civakê re têkilî dayne werin dabînkirin."
 
* Endamê Platforma Muzîkê ya Bajêr Kemal Yildirim banga beşdarbûna Festîvala Muzîkê ya ku dê li Wanê bê lidarxistin kir û diyar kir ku ew vê festîvalê ji bo zindîhiştina çandê û pêşxistina muzîkê li dar dixin.
 
* Rêvebirê kampanyaya “Berûyekê jî tu kom bike, berûyekê jî tu deyne”, diyar kir ku dê kampanyaya xwe mezin bikin û armanca wan çandina 2 mîlyon darberû ye.
 
* Rewşa rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn ketibû ser mêjiyê wî dê bê şopandin.