SÊRT - Di lêpirsîna dosyeya mirina biguman a Bêrîvan Sevgînê de 3 kes hatibûn girtin û ev kes piştî 22 rojan hatin berdan. Malbata Bêrîvan Sevgînê ji bo ronîkriina bûyerê ji raya giştî piştgirî xwest.
Jina ciwan a bi navê Bêrîvan Sevgîn (22) ku neçarî întîharê hatibû kirin, di 3'yê Cotmehê de li Sêrtê întîhar kir. Bêrîvan Sevgîn a rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê, piştî tedawiya 12 rojan di 15’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina biguman a Bêrîvan Sevgînê bi sûcê "Ji bo întîharkirinê araste û teşwîq kiriye" lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 3 kes di 1'ê Mijdarê de hatin girtin. Derket holê ku ev her sê kes di 23'yê Mijdarê de hatine berdan.
Xwişka Bêrîvan Sevgînê, Ozlem Çakir têkildarî mijarê axivî. Ozlem Çakirê got: "Berê bûyerê bi 5 rojan xwişka min hat mala min. Tu pirsgirêkek wê tunebû. Piştre derket şaneşînê û dora nîv saetî li wir ma. Ez bûm şahidê axaftina wê ya li ser telefonê. Di axaftina xwe ya li ser telefonê de ji kesê hember re digot ‘te min xapand, te jiyana min perîşan kir’. Min ji Bêrîvanê pirsî ‘ev kî ye?, destgirê te ye?’ Ji min re got ne destgirê wê ye.” Ozlem Kaya, got piştî xwişka wê hatiye hundir dîtiye ku kesekî bi navê bi A.R.K. re bi peyaman axiviye û daxwaza ronîkirina bûyerê kir.
Ozlem Çakirê, diyar kir ku berî mirina xwişka wê deynê wê yê krediyê derketiye û wiha pê de çû: “Hevalên wê gotin ji bo kê kredî kişandiye. Kaxizek bi îmzekirî daye hevala xwe û tê de gotiye ‘min ji deyn daye A.’. Dema şînê de hevala wê ev kaxiz ji me ra anî. Xwişka min ji hevala xwe re gotiye, ‘ez bimrin, vana bide malbata min’.”
DI LÊPIRSÎNÊ DE 3 KES HATIN GIRTIN
Ozlem Çakirê, rave kir ku A.R.K., O.T., û A.A. xwişka wê xistiye bin deynan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî serlêdana me ya bi rêya parêzeran ev her 3 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Qûbînê. Piştî 22 rojan li ser serlêdana parêzerên wan hatin berdan. Lêbelê delîl hene ku van kesan xwişka min neçarî întiharê kirine. Meyla xwişka min ji bo întiharê tunebû. Piştî bûyerê me dît ku van kesan xwişka min xistina bin deynan. Ji ber vê yekê xwişka min întihar kiriye. Em dixwazin ev 3 kes bên girtin û bûyer bê ronîkirin.”
511 HEZAR TL KREDÎ HATIYE KIŞANDIN
Birayê Bêrîvanê Bedirhan Sevgîn, got piştî mirina Bêrîvanê wan sedemên întiharê li ser hesabên wê hem jî ji yên hevalên wê lêkolîn kirine û destnîşan kir ku ji banken cuda kredî hatiye kişandin. Sevgîn, got ew dizanin ku xwişka wî ev pere xerc nekiriye û got: “Bi van pereyan ve ne ji bo xwe ne jî ji bo malê tu tiştekî nekiriye. Em hîn bûn ku kesên bi navên A.A., O.T. û A.R.K. karên kredî kartan dikin û miron dixapînin. Li ser vê yekê me hemû qeydên bankê, vîdeo û nivîs kom kir û serî li Dozgeriya Komarê ya Sêrtê da. Piştî lêpirsînê ev 3 kes hatin girtin û li Girtîgeha Qûbînê hatin ragirtin.”
MALBATÊN KESAN GEF LI WAN XWAR
Sevgîn, rave kir ku di 23’yê Cotmehê de parêzerên wan kesan serî li Dozgeriya Komarê ya Sêrtê dane û di berdewamiya axaftina xwe de got: “Rexmê ku dozger daxwazanameya wan red dike, piştî 2 rojan bêyî agahî bidin parêzerê me, ew kes di 23’yê Mijdarê de hatin berdan. Ji ber vê tehliyeyê xemgîn in. Lewra malbata van kesan gef li me xwar. Bavê A.R.K. li ser hesabê medya dijîtal der heqê xwişka min de gotinên nexweş parve kir. Em bi gumanên ku dosyaya me ji arşîvê bê rakirin.”
BANGA HESTIYARIYÊ
Sevgîn ji bo ronîkirina bûyerê ji raya giştî piştgirî xwest û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila kes nebêje ‘dê neyê serê me’. Tehliyeya van kesan dibe sedemê dubarebûna buyerên wiha. Em dixwazin ev kes ji nû vê bên girtin. Herwiha em dixwazin delîlên dosyayê ji nû ve bên komkirin.”
MA / Ozan Bayindir
