Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me

  • rojane
  • 20:22 4 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE- Kurtegirtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di civîna Komîsyona Meclisê de hatin aşkerakirin. Abdullah Ocalan got ku ew li pişt gotinên xwe ye û ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldana de ye û di çarçoveya derfetan de wê hewldanên xwe bidomîne.
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24'ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19'emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora amadekirinê pêşniyar û fikrên xwe anîn ziman.  Civîna komîsyonê di rûniştina 2'yemîn de endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin berdewam kir.
 
Numan Kurtulmuş diyar kir ku ev girtekên hevdîtinê parve nakin û şûna wê dê kurteya girtekên hevdîtinê parve bikin. Partiyên siyasî jî bi dorê mafê axaftinê girtin û bertek nîşanî vê rewşê dan. Endamê komîsyonê yê CHPê Murat Bakan axivî û destnîşan kir ku pirsigirêka Kurd ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ji demokrasiyê ve çareser dibe û got ku divê komar bê demokratîk kirin û girtekên hevdîtinê ji raya giştî re bên parvekirin.
 
Endamê komîsyonê yê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê ji raya giştî re bê parvekirin.
 
Endamê komîsyonê yê TÎPê Ahmet Şik jî bertek nîşanî parvenekirina girtekên hevdîtina li Îmraliyê da û wiha axivî: “Divê aştî civakî bibe. Komîsyona meclîsê ku îddîa dike ku dê pirsgirêkeke dîrokî ya Kurd çareser bike. Lê dibêjin em girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve nakin. Ev yek nayê qebûl kirin. Hûn tenê dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin û vê yekê netenê gel ji endamên meclîsê ku hûn berpirsyarin jî vedişêrin. Ma îradeya çareseriyê ev e? Tiştekî ku ji gel hat veşartin rewa dibe? Dema pêvajo destpê kir hemû qala provokatoran dike. Lê provokatorên serekê dadgeha ji xizmeta desthilat de ye. Çareserî demokratîkbûyin e. Bi van sepanan tiştek nayê çareserkirin. Ji ber wê jî girtekan parvebikin û dadgehê jî xweser bikin. Weke TÎPê heke girtekên hevdîtinê neyên parvekirin em ê di vê rûniştinê de derkevin.”
 
Endamê komîsyonê yê CHPê Mehmet Sezgîn Tanrikulu jî xwest girtekên hevdîtinê bên parvekirin û got ku heke girtekên hevdîtinê neyên parvekirin deste hezên li dijî pêvajoyê ne dê xurt bibe û ji bo pêvajoyê baş nabe.
 
Piştî axaftinan ji aliyê peywirdarê TBMMê Ahmet Bozkurt ve kurtegirteka hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat xwendin. Kurtê girtek wiha ye: “Endamên komîsyonê li ser biryara komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan li ser têkiliya Kurd û Tirkan, gava bi wêrekî ya ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatiye avêtin û spas ji Devlet Bahçelî û Serokkomar Tayyîp Erdoğan re kiriye.
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku ew li pişt sozên ku di destpêka pêvajoyê de da ye û dema şert û merc pêk werin derfetên teorîk û pratik ji bo pêkanî ne guncav in. Abdullah Ocalan li ser tekiliyên biratiya Tirk û Kurd û bingeha wê ya dîrokî rawestiyaye. Abdullah Ocalan gotiye wî dev jî rêbaza çekan berdaye û ew rêbaza siyasî hildibijêre. Her wiha Abdullah Ocalan gotiye di çerçoveya banga 27ê Sibatê de divê hemû beşên rêxistinê çekên xwe berdin û vê biryarê jî ji aliyê gel vê bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Abdullah Ocalan aniye ziman ku bandora wî li Sûriye û Iraqê jî heye.
 
Dema Fetî Yildiz bi bîr xist dema ew di dozê de hatibû mahkumkirin wî jî malbatên şehîdan temsîl dikir li ser vê yekê Abdullah Ocalan got ew li pişt gotinên xwe yên dema destê Devlet Bahçelî li hewan nehiştiye ye. Dema ku Huseyîn Yayman diyar kir ku ew bi hesasiyeta malbatên şehîdan hatine vir, Abdullah Ocalan bi lêv kir ku her mirina leşkerekî ji bo wî trajediyek e ku divê ev ciwan bi vî rengî nemirin. Divê em teqez li Tirkiye û herêmê çareseriyek bibinin û xemgîniya xwe ji çalakiya TUŞBAYê e anî ziman.
 
Her wiha dema jê re hat gotin bikaranîna zimanê beriya Lozanê û makezagona 1924an pêvajoyê jêhrî dike. Her wiha jê re hatiye gotin ku herî dawî dema endamên PKKê ji Zapê vekişiyanê çek di deste wan de bûne û vê yekê di raya giştî de înfîal çêkiriye û li gor bangê tevnegeriyane. Her wiha jê re hatiye gotin ku divê HSDê li gor mutabakata 10ê Adarê tevbigere û divê ev jî ji bo Sûriyeyê bangeke nû bikin. Çek berdan hemû beşên PKKê eleqedar dike û her wiha hatiye gotin ku çavderî hene ku PKKê hezên xwe yên ji Iraqê vedikişînê dişînê Rojava. Jê re hatiye gotin ku ev yek ji banga wî ve nakok e. Li ser vê yekê Abdullah Ocalan gotiye PKK ne tenê çekên di destê de ne divê di hişmendiya xwe de jî çekan dayne.
 
Di berdewame de Abdullah Ocalan qala xwişk-biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî kiriye. Li ser vê yekê Fetî Yildiz jî gotiye dema agahiyên şehîdan dihatin jî Tirkekî neçûyê êrîşî Kurdekî nekiriye. Tevî ev qas êşan jî dijminatiya Kurd û Tirkan çênebûye. Abdullah Ocalan li ser vê yekê gotiye ew bi rêzdarî malbatên şehîdan dinêrê û gotinên Devlet Bahçelî ku bi bîr xistibû Abdullah Ocalan gotiye ez ji bo xizmetê amade me bi bîr xist û got ew li pişt gotina xwe ye û heke şert û merc pêk werin derfetên tekiliyan zêde bibin bi awayekî teorîk û pratîk dikare vê yekê pêk bînê.
 
Abdullah Ocalan derbarê daxuyaniya 27ê Sibatê de, diyar kir ku wî sala borî wekî serkeftinek dîtiye û diyar kir ku di vê heyamê de tu şehîdek nehatiye windakirin û pevçûn çênebûne. Wî zêde kir ku destpêşxeriyek siyasî ya mezin hatiye bidestxistin, di vê çarçoveyê de piştgiriya raya giştî zêde bûye û ew bawer dike ku di heyama pêş de hin pirsên mayî dê werin çareserkirin.
 
Li ser gotina weke heyetek ku rastiya dîrokê dizane heke Tirkiyeyek bêteror pêk were, li benda gavên pratîkî û şênber e, Abdullah Ocalan anî ziman ku ew li pey gavan û pêngavên pozîtîf e.
 
Li ser gotina di mijara gavên şênber de dijderketinek heye, ji ber ku rêxistinê navenda xwe ji Qendîlê biriye qada Sûriyeyê pirsgirêkê çareser nake divê ew bi xwe (Abdullah Ocalan) wekî serokê rêxistinê, ji bo her qadê talîmatên teqez bide û dema ku ev gav pêk werin dê rewşeke nû derkeve holê.
 
Abdullah Ocalan her wiha diyar kir ku we ev pirs dubare pirsî, ew li pişt gotinên xwe ye û ji bo serkeftina pêvajoyê  di nava hewldana de ye û di çarçoveya derfetan de wê hewldanên xwe bidomîne.
 
Li ser gotinên banga 27’ê Sibatê ne dewletek cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî ye, Abdullah Ocalan bi gotina “ERÊ, WISA YE” piştrast kir.
 
Huseyîn Yayman jî Abdullah Ocalan pirsî; HSDê di 10ê' Adarê de hevpeymanek îmze kir. Hevpeyman 8 xalan pêk tê û ev vê esas digirin û di serî de Sûriyê û ji bo tevahî herême divê li dijî hamleyên Îsraîlê baldar bin û ji bo Sûriyê ev pergaleke uniter (navendî) û demokrasiya herêmî dixwazin. Her wiha pirsiye; Hezên parastinê herêmî dê hebin an na jî bersiv da ye û gotiyê na hezên parastinê tune ne tenê asayiş dê hebin. Her wiha Abdullah Ocalan gotiye li vê erdnîgariyê ji bilî Kurd Tirk nabe, ji bilî Tirk Kurd nabe û qala bingeha dîrokî kiriye û ji Sultan Sancar mînak da ne.
 
Abdullah Ocalan diyar kiriye ku wî fikra Sosyalîzma Real di 1995'an de terk kiriye û veguherandina heşmendî bi zahmet bûye û wî xwestiye PKK di sala 1993'yan de xwe fesih bike. Abdullah Ocalan gotiyê hertim destekî ew hewldanên wî sabotê kiriye û ew sabotaj jî weke mekanizmaya darbeyê pênase kiriye. Her wiha Abdullah Ocalan bi lêv kiriye ku di sala 1993tan de bi Turgut Ozal, Necmedîn Erbakan û Suleyman Demîrel re bi awayekî di nava dan û standinê de bûye û sedema encam negirtina vê yekê jî bandora mekanizmaya darbe bûye.
 
Ji Abdullah Ocalan hatiye pirsîn, “Ferhat Abdî Şahîn (Mazlûm Kobanê) guh dide wê yan na?” Abdullah Ocalan jî gotiye ew yek jî kesên ji nêzî wî ye û giredayî wî ye. Abdullah Ocalan gotiye divê ew tu car li dijî Tirkiyeyê îdîayên ku nikaribe bi cih bîne, bi kar neyne û ev yek pêvajoyê sabotê dike. Gulistan Kiliç Koçyîgît jî pirsa ji bo Tevgera Jinan tiştek dibêjie yan na? li ser vê pirsê Abdullah Ocalan gotiye silavên min bêjin.
 
Piştî xwendina kurtegirtekên hevdîtinê Fetî Yildiz rabû ser xwe û got, ‘Li ser vê yekê heke em tiştek neyê gotin.’ Piştî Fetî Yildiz, Numan Kurtulmuş got tu rast dibêjî û civîn bi dawî kir.

Sernavên din

20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’