ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 1 Kanûn 2025
  • |
img
*Gulperî Kortak ku hevjînê wê Ramazan Kortak yek ji girtiyên nexweşiya wî giran e, got: “Heke li wir bimîne dê bimire.” 
 
*Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, diyar kirin ku ji destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heta niha Şirnex veguheriye navenda sepanên dijî pêvajoyê û amirên milkî yên bajêr li dijberî aştî û çareseriyê tevdigerin. 
 
*Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome. 
 
*Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30)
 
*Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê dê bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Agtengdaran a Cîhanê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyê bide. (11.30)