• img

    Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'

    • jin
    • 09:37 02/12/2017

    Tevî ku raye nehat dayîn jî, yekem car muftî li Navenda Jinê ya Nujîn a Şaredariya Bismilê ya DBP'ê mehr birî. Jinên siyasetmedar yên jin diyar kirin ku ev encama polîtîkaya AKP'ê ya li dijî jinê ye û îktîdar dixwaze 5 zarokan li jinan ferz bike.

  • img

    Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse

    • jin
    • 15:44 01/12/2017

    Civîna "Asta Bilind a Edalet, Wekhevî û Jinan" di roja 2'emîn de berdewam dike. Di civînê de Seroka Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiye Canan Gullu diyarkir ku AKP ji jinan bi hêz ditirse.

  • img

    Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî

    • jin
    • 15:41 01/12/2017

    Wekîla DSP'ê ya berê Gonul Saray beşdarî Lûtkeya Jinê bû, aşkera kir ku bi HDP'ê re li Meclisê jin di warê dîtinbariyê de zêde bûye û wiha got: "Piştgiriya ku HDP'ê îro dide jinê, di Meclisê de jin hat dîtin."

  • img

    Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin

    • jin
    • 12:40 01/12/2017

    Danişîna doza Celal Bay û Bîrol Karacal ên li Kaynarca Emanî Al-Rahmun a 9 meh ducanî û zaroka wê ya 10 mehî qetilkirin, dest pê kir. Rêxistinên jinan ên xwestin beşdarî dozê bibin, nexistin salonê.

  • img

    Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma

    • jin
    • 12:56 30/11/2017

    Jina bi navê S.A. beyî xebera wê mehra wê birîn û ji ber wê du caran xwest xwe bikuje. Kesê bi S.A. re zewicî êrîşa zayendî jî pêk anî. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê bûyer bihîst, lê bê deng ma. S.A. serî li VAKAD'ê da û niha malbat dixwazin wê dîsa bişînin gel vî mêrî.

  • img

    Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze

    • jin
    • 09:14 30/11/2017

    Elmas Çakmaz a li gundê Karakuyu dijî kirasên herêmî, fîstan û kofiyan didirû. Çakmaz diyar kir ku heta ji destê wê bê dê vê çandê bide jiyîn û got: “Heke çanda me winda bibe, em ê jî winda bibin.”

  • img

    Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin

    • jin
    • 12:35 28/11/2017

    Di jiyana civakiyî de feraseta mêrî ya serdest tim hewl dide ku vîna jinê tune bihesibîne.Li gel vê yekê, di çapemeniyê de jî vegotinên zayendî, şidet û nefretî tên rewakirin. Di nûçeyên tên weşandin de nasnameya jinê ya civakiyî tune tê hesibandin.

  • img

    Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin

    • jin
    • 14:28 27/11/2017

    Parêzerên jin ên Edene û Rihayê, bal kişandin ser tundiya li dijî mafên jinan diyar kirin ku di navbera mevzuat û pêkanînê de nakokî heye.

  • img

    Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê

    • jin
    • 12:09 27/11/2017

    Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ji ber axaftineke li Amedê kiribû der barê wê de doz hat vekirin. Irmak nexwest bi rêya SEBGÎS'ê îfdeyê bide. Lê ew bi zorê birin odeya SEGBÎS'ê.

  • img

    Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye

    • jin
    • 09:14 27/11/2017

    Li gundê Bozunlu yê girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê Emîne Aytekîn a 72 salî her roj sibe fêkî û hêşînayiyê li kêleka rê difiroşe û got: “Ji bo ez muhtacî kesî nebim bi keda xwe debara xwe temîn dikim.”

  • img

    Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê

    • jin
    • 16:26 25/11/2017

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di mîtînga 25'ê Mijdarê ya li Wanê pêk hat de diyar kir ku ew dê têkoşîna Sêvê, Fatma û Pakizeyê bilind bikin û wiha got: “Bila tecrîda li Îmralî rabe û aştî bê." Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî got "Em ne tenê rakirina tecrîdê dixwazin. Em azadiya Ocalan dixwazin."

  • img

    Jinan li Şirnex û Amedê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin

    • jin
    • 15:51 25/11/2017

    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê ya Navneteweyî jinan li Amed û Şirnexê çalakî pêk anîn. Jinan di çalakiyê de diyar kirin ku ew mîrate û têkoşîna jinên bi destê mêr hatine kuştin dewir digirin. Jinan diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berdewam bikin.

  • img

    Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin

    • jin
    • 15:38 25/11/2017

    Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Amedê rapora binpêkirina mafê jinan a salekî ya herêmê aşkere kir. Li gorî daneyên ÎHD’ê di salek dawî de 56 jin ji ber tundiyê hatin kuştin.

  • img

    Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene

    • jin
    • 14:48 25/11/2017

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ji mitînga Wanê re peyam şand û got: “Li her koşe û navendê li dijî dijminên jinan û desthilatdarên zalim, bi hişmendiya xwişk û yên bi çalakiyê dimeşin, yên cengê dikin yên bi serketî hene. Em hene.”

  • img

    'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin'

    • jin
    • 14:25 25/11/2017

    Navenda Piştevaniyê û Sitargeha Jinan yên di navbera 11-13'ê mijdarê de li Antalyayê komxebat pêk anîbûn, encamnameya wê bi raya giştî re parve kirin. Jinan xwestin saziyên jinan ên hatine girtin bên vekirin û OHAL rabe.

LÊGERÎN