NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Hêmin Mamend, li bajarê Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû.
Rojnamevan Hêmin Mamend, li bajarê Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû. Li gor nûçeya RojNewsê, kes yan kesên li ser motosîkletê, li taxa Eqarî Şar ya bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend gulebaran kirine. Di êrişê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketine û bi giranî birîndar bûye. Hat hînkirin ku piştî êrişê, êrişkarê/ên li ser motosîkletê ji cihê bûyerê reviyane.
Rojnamevan Hêmin Mamend niha li nexweşxaneyeke Silêmaniyê tê dermankirin.